mudîrî merge

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  733 Dîtin
«ał dî, naḧyeyî, merge mudîrî be ḧuzûr,Tirkî
ołdî, me’mûrî ḧemîdîye, be feyzeş me’mûrTirkî
her ne’êtmîş, îse den, ne’îse, ẍerîbliẍine îçunTirkî
bena, lazim gêlyûr xatrî ołmeq ne, ẍudûr»Tirkî
çunkih damawî melazadewu, qazîy weqte
lazmî zîmete bo ême be însaf û mirûr
pêy biłên: heste, biřo takû nehatote mesaf
nûkî xamem, be meqamî ẍezeb û qehir û quhûr
çake bo xoy, be’edeb, řû le gurêzekaw derçê,
abřûy xoy be giran dabû, be erzan çuwe jûr
defterî mesref û serfî be tewawî dawe
mergeyî: xesletyane defroşin kiç û pûr
duxterî şah û gedayan be mîsalî kerî dêz
dête meydanî zema’îm, çi le qurb û, çi le dûr
ferqyan bo nîye, her pare bika madewu, nêr
bênî miştî, perpiştî «edeb»e, ’eynî qusûr
ya îlahî, to û be zat û şeref û nûrî nebî
çareyî zay’e, derbareyî bêçare «ẍefûrNasnava edebî»