serdanî babekir aẍa le şa’îr

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  476 Dîtin
kes nebû řencî qedem bênête xerabatî «ẍefûrNasnava edebî»
le hemû da’îre û sinfê řefîq û me’mûr
çî le ḧîsşimet kem, ebê? ger; qedemî řenc bika
ḧakim emřo be ’edalet le cîhanda meşhûr
kemtirîn xadem û meḧsubî ẍułamanî etom
çi debê? ger nezerit bê çû silîman be mûr
def’eyê? ger be ’yadet le ẍołamit pirsî
ke dekem serfî qidumit duř û mercan be kilûr
ew leber xatrî yûzbaşîTirkî û min xatrî xot
bo huma saye, hemû dem heye ger baz û ’ibûr
gencî qarûn çîye? bo serfî qidumî canan
ke bibê bełkû debexşim le qidumta lahûr
wa î’adey dekem ew çoẍeyî fertûtî ’etîq
ke gelê nawşan û mil û qołî diřawe be řerûr
lazme, bełkû ke bîdeyte ẍulamêkî feqîr
çunke bo min bese «mîrzamNasnava edebî» û be lûtifit meẍrûr
’erzî musteẍnî bî eḧwałî geda çon dekirê
serbeser xane deka, ew be qena’et xapûr