derdî sofîgerî dił

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  646 Dîtin
ey musłimanan ’îlacêkim biken şeydaye dił
kuşteyî xałî syah û perçemî tataye, dił
wale û sergeşte û, ḧeyranim wekû mecnûnKes le çoł
’aşiqî xał û xet û řûxsarî meh sîmaye dił
’îzetî nefis û ḧeyatim bo nemawe zeřeyê
mest û medhoş û zedey tîrî mûjey leylaye dił
çî le gułşen dawe, herkes fîkir û hoşêkî bibê
maylî guł desteyî şahî cîhan araye dił
geşt û gułzarî cîhan bê sûde, ’eyş û lezzetî
besteyî bend û kemendî muşfîqî mewlaye dił
arezû nakem meta’ û małî dinyay dûn perest
maylî cam û sûraḧî û badeyî sehbaye dił
şîn û feryadî sibeynanî heder çû ’endelîb
xałe «mîrzaNasnava edeb canfîdayî koy şehî beẍdaye dił