bo şêx meḧmûdî ḧefîd

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 1 Xulek  645 Dîtin
řefêqan êwe nazanin? leberçî şad û xoşnûdim
«biḧmidalilhErebî» ke meḧsub û ẍulamî şêx meḧmûdKesm
egerçî xo le sayey lûtfî barî û ceddî kak eḧmed
emin nîme le dinyada be kes umêd û meqsûdim
be sû’îzen mełên: bo xatrî cîve û teme’ waye
be qurbanî dekem sercumle mał û wicûd û mecûdim
zemanêke be cîddî, bûme pabosî segî geylan
ewîş lew nesleyî zatêke, ḧubbî řebî me’bûdim
beşaret, kwa; lewe xoştir le zumrey řêzexwaranim
le xoşîda çilon nemirim, le meḧsûbatî me’dûdim
werin êweyş, le dił der ken, xeyałî pûçî dinyayî
nîhayet bê semer deřwa be zay’ ’umrî mefqûdim
çi xoşe firsetim bê, bo zyaret biçme xizmetyan
cenbî ẍewsî geylanî û melîk meḧmûd ewe sûdim