mudîrî merge

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  736 views
«ał dî, naḧyeyî, merge mudîrî be ḧuzûr,Turkish
ołdî, me’mûrî ḧemîdîye, be feyzeş me’mûrTurkish
her ne’êtmîş, îse den, ne’îse, ẍerîbliẍine îçunTurkish
bena, lazim gêlyûr xatrî ołmeq ne, ẍudûr»Turkish
çunkih damawî melazadewu, qazîy weqte
lazmî zîmete bo ême be însaf û mirûr
pêy biłên: heste, biřo takû nehatote mesaf
nûkî xamem, be meqamî ẍezeb û qehir û quhûr
çake bo xoy, be’edeb, řû le gurêzekaw derçê,
abřûy xoy be giran dabû, be erzan çuwe jûr
defterî mesref û serfî be tewawî dawe
mergeyî: xesletyane defroşin kiç û pûr
duxterî şah û gedayan be mîsalî kerî dêz
dête meydanî zema’îm, çi le qurb û, çi le dûr
ferqyan bo nîye, her pare bika madewu, nêr
bênî miştî, perpiştî «edeb»e, ’eynî qusûr
ya îlahî, to û be zat û şeref û nûrî nebî
çareyî zay’e, derbareyî bêçare «ẍefûrPen name»