xizre efendî

Li pirtûka:
Dîwanî Mîrza Xefûr
Berhema:
Mîrza Xefûr (1870-1938)
 2 Xulek  504 Dîtin
ehlî merge mergî xotan ger biken men’î ẍefûr
bê newa, miskîn û kasb, goşegîr û bê qusûr
ḧeyf û şerme «xałe mîrzaNasnava edebî»tan biden bew «dûnî»ye
řêzî «bêgane», ebed naga be řîzî xizmî dûr
»çekme řeq» ḧeqye, ke çiłkawxorî «îngilîz» bê debê
ya: ḧepey bê mîslî dêł, yan: wekû gurg lûrelûr
«mu’mîn»e lay xoy, leser yek «momne» em karey ke kird
çawî hênde qayme û, neymawe qet şermî ḧuzûr
dulber, meḧbûbe û diłdar û hemrazim bû, ew
ew «muneqqeşdar»e, bo kewtote gêjî selim witûr
bo «ředîf»y mumsîk û teḧsilî îslaḧî tełeb
ba tełeb kem duxterî bînbaşîTirkî bîkem ling le jûr
ba wicûd sûçî nîye lem emre bînbaşî feqîr
gû be řîşî aba û cedî, «xizir»e fendî mende bûr
ew eben ’en cedid, ke: «dabûn» pîşeyane boye ka
wek nebay dîbê û ne baran «şar be der bû»y şarezûrCih
ba: le «xase»y «xase» yan bem, kaseyan pêxust bikem
her le «qoryeCih» û «qel’eCih»we, ta «çemçemałCih» û «şîwesûrCih»
cûmle «kûnî» û «dûdekî» û «gewad» û «bê şerim û ḧeyan»
małî ’alemyan lela; tałane, mîslî kelepûr
ya îlahî: bendeyî piř curim û ’usyane ẍefûr
to bibexşayî be ḧeqqî sûretî «taha» û «tur»