be hawîn ceste xestey derdî germam

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  6413 Dîtin
be hawîn ceste xestey derdî germam
be zistan dił şiksitey berdî sermam
le hêlaney zemînda wek şitur murẍ
minî qudis aşyan bêbał û peř mam
le qurbî qab qusînErebîy dû ebrot
minî ednîErebî çi dûr û derbeder mam!
bełagerdanî bałat bim eger çûm
fîday hîndûyî xałit bim eger mam
nefes herwa le řêda dêt û nayê
le seyr û meyrî esbabî sefermam
demêke wa leser pêyek desûtêm
le şewqî to be mîslî mom û her mam
were qurban! be can herdû bira bîn
ke to bêmader û min bêpuder mam
le daral’ilimErebîy teḧsîlî me’arîf
wekû nalîNasnava edebî cehûl û bêxeber mam