řefîqan! min ewa řoyîm lelatan

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  4605 Dîtin
řefîqan! min ewa řoyîm lelatan
le mezłûman biła çoł bê wiłatan
biła sa şar be şar û dê be dê bîn
le des yaran bikeyn teyî wiłatan
mełên kełkî nebû, řoyî, cehennem!
serim qełẍane bo tîrî qezatan
seferman çunke řêy hat û nehate
du’aman bo biken, êwe û xudatan!
minim serkirdetan bo leşkirî ẍem
detirsim min biřom, bişkê supatan
şikarî weḧşyan bes destemo ken
newek ber bê şikarî xanezatan
ewend ercû deka nalîNasnava edebî ke car car
biken yadî muḧîbbî bê řyatan