şewî yeldaye ya deycure emşew

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  8888 Dîtin
şewî yeldaye, ya deycure emşew
ke dîdem dûr le to bênûre emşew?!
diłim wek ḧakmî me’zûle, qurban!
xełatî wesłî toy menzûre emşew
diłîş mayl be dîdey toye, boye
le min weḧşî û řemîde û dûre emşew
ke toy şay keç kulahî dîde mestan,
çi bakim qeyser û feẍfûre emşew?!
le xew hełsawe, ya ałoze çawit?
hemîşe waye, ya mexmûre, emşew?
suruşkim neqşî çawî to dekêşê
cêgem ser darekey mensure emşew
musułmanan depirsin ḧałî nalîNasnava edebî
le kuncî bêkesî mehcûre emşew