nemirdim min eger em care bê to

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  22248 Dîtin
nemirdim min eger em care bê to
neçim, şerit bê, heta em xware bê to
derûnim xałîye, wek ney denałê
hewarêkî çi piř haware bê to!
bînayîm kwêre, hełnayê be řûy kes
mujem yek yek dełêy bizmare bê to
hemû e’zayî nałînim denałê
serapam mîslî mosîqare bê to
qesem bew şerbetî dîdarî paket
şerabim ’eynî jehrî mare bê to
lekin to xar û xes gułzare bê min
lekin min xermenî guł xare bê to
lekin min ba wicûdî nas û ecnas
kesî têda nîye em şare bê to
heta tom aşna bûy, aşnam bûn
emêsta mû be mûm eẍyare bê to
hemû řojê letaw hîcranî emsał
temennay mirdinî pêrare bê to
le ḧesret serwî qeddit çawî nalîNasnava edebî
dû coge, bełkû dû řûbare bê to