dił şîşeyî piř xwênî fîraqî, fereqî bû

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1731 Dîtin
dił şîşeyî piř xwênî fîraqî, fereqî bû
meksûrî řiqî bew diłî wek berdî řeqî bû
ew neş’e ke wa saqî minî pê le xudî send
nek new’ereqê bû ke le qetrey ’ereqî bû
xendey nefesî to bû wekû subiḧ û nesîmî
ya guł demî pişkûtin û ’etrî wereqî bû
řeqqêtî ten û řîqqetî dił, řuqbetî ta’et
mexsûsî řeqîb bo le minî xeste řiqî bû!
hênd muntezîrî to bû heta çawî sipî bû
nergis, ke leser yek qedem û dîde çeqîbû
ta pênekenî guł be demî badî sebawe,
nemgut: ke şewê bulbulî bêçare ḧeqî bû
nalîNasnava edebî le hewa kewte sema, bû be şenawer
bew wişke mele bîmî hîlakî ẍereqî bû