dûrî le min xistewe bê sebebê yarî min

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  2047 Dîtin
dûrî le min xistewe bê sebebê yarî min
barî xudaya ke to bigrî sebebkarî min!
mestî xeyałî ewe, leḧze jimêrî şewe
dujminî xwênîy xewe, dîdeyî bêdarî min
dîde nîgehbanî yar, tîpî suruşkim hezar
nałeyî dił ney sewar, ahe ’elemdarî min
girye be xuř dête xwar, herwekû ’eynî behar
xoş buwete abşar medme’î serşarî min
dulberî ’alî demaẍ, hem qedemî serwî baẍ
bête nezergey qeraẍ dîdeyî cobarî min
ḧîkmetî to mulheme, hem qedemit merḧeme
musteḧeqî merheme sîneyî efgarî min
şahîdî ’edle û wefa, me’denî sîdqe û sefa
hatuwe derman bika qelbî birîndarî min
ey telefî giftugo, camî’î kîzb û diro
wa’îzîye îşî to, ’aşiqîye karî min
meşrebî nalîNasnava edebî gelê abî û tirşe, bełê
mu’terîfe xoy dełê: ça nîye etwarî min