ehlî te’dadî meḧasîn nûsyan

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1024 Dîtin
ehlî te’dadî meḧasîn nûsyan
xał yek û, zułfî dwan, herdû syan
kufrî zułfe tar û, marî erqemin
sifrî xałe, ḧełqeyî hîndûsyan
zułfî ceřřařî sefasef xiste pêş
ye’nî zengî leşkirî qîrusyan
em ẍezalane ke neqşî dîdemin
ten sipîn û çaw û xał û mû syan
ḧakmanî meḧkeme name syan
qet nemawe ẍîret û namûsyan
nerim û zerqî xerqeyî salûsyan
şahîdî zûre zubanî lûsyan
çawekem! menwaře řengî zahîrî
xo dezanî (řûspî) çend řû syan
nawî mexmûran nebey nalîNasnava edebî! lenêw
ḧelqeyî wa’îz, lewên casûsyan!