her çende ke ’umrî xizir û camî cemit bû

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  7909 Dîtin
her çende ke ’umrî xizir û camî cemit bû
çunke emelit zore, çi ’umrêkî kemit bû!
ey camî’î dunya û qyamet be xeyałat
ew řoje ke mirdî, ne ewt bû û ne emit bû!
bêzare le to êste, hemaẍoşî ’edûte
dunya, ke dwênê ḧeremî muḧterimit bû!
dwênê çi bû detda be zuban lafî keramet?!
emřo nedemit bû, ne demit bû, ne demit bû!
’umirit nefesêkî ke hemû ’alemî dêna
bimre le ẍemîda ke hemû serfî ẍemit bû
wek şełte peyn geh piř û geh xałîye betinit
sewm û emelit ba’îsî nefis û şikemit bû
nalîNasnava edebî çîye wa mîslî cu’el ẍerqî şyakey
xo to be ḧîsabî wekû perwane şemit bû?!