ey şoxî bê nyaz û giran naz û ẍemze sûk

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 2 Xulek  6778 Dîtin
ey şoxî bênyaz û giran naz û ẍemze sûk!
tîrî mujet nîşaneyî dił kun deka be nûk
kuştey nîgahî dîdete, ger mest, eger xerab
bestey kemendî zułifte, ger şêx, eger sulûk
neqdî diłê ke řa’îcî sewdayî to nebê,
meẍşûş û kem ’eyare û hem qełb û hem çirûk
sofî! were eseyrî zuhûratî baẍ û řaẍ
layê hemû şikofe û, layî hemû gułûk
destî çinarî řût û, serî şax û, lêwî guł
řazanewe be xel’etî dîba û berg û tûk
desbendyane dên û deçin seru û narewen
saḧêb kulah û saye û bergin wekû mulûk
kanî dezên be aw û, dirext awsin be ba
şayî behare, bulbule damad û ẍunçe bûk
wek çawî wişke sofîyekanî le dar û berd
derdên be sed terennum û giryan û nûke nûk
řayêł û tar û poyî kulûy befre, abşar
ba bay dedat û masîy pêda dê wek mekûk
şebnim ke nezim û nesre le ewraqî ẍunçeda
goya buwe be zar û zuban û didan û pûk:
nalîNasnava edebî ’eceb be quwetî ḧîkmet eda deka
me’nayî zor û gewre be lefzî kem û biçûk