be hawîn ceste xestey derdî germam
From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
1 minutes
8478 views
be hawîn ceste xestey derdî germam
be zistan dił şiksitey berdî sermam
le hêlaney zemînda wek şitur murẍ
minî qudis aşyan bêbał û peř mam
le qurbî qab qusînArabicy dû ebrot
minî ednîArabic çi dûr û derbeder mam!
bełagerdanî bałat bim eger çûm
fîday hîndûyî xałit bim eger mam
nefes herwa le řêda dêt û nayê
le seyr û meyrî esbabî sefermam
demêke wa leser pêyek desûtêm
le şewqî to be mîslî mom û her mam
were qurban! be can herdû bira bîn
ke to bêmader û min bêpuder mam
le daral’ilimArabicy teḧsîlî me’arîf
wekû nalîPen name cehûl û bêxeber mam