ełłah ełłah ke çi ’eqił û çi kemałêkî heye

Li pirtûka:
Dîwanî Nalî
Berhema:
Nalî (1800-1877)
 1 Xulek  1834 Dîtin
ełłah... ełłah... ke çi ’eqił û çi kemałêkî heye!
legeł ew ’eqił û kemałe çi cemałêkî heye!
diłřifênêke le bo medḧî, serapayî ewê
wacbe medḧî bika herçî ke małêkî heye
ehlî em şare hemû noker û etba’î ewn
yûsfî mîsre, ’eceb cah û celalêkî heye!
ger xeyałî dehenî bênme nêw em ẍezele,
dên dełên em ẍezele wirde xeyałêkî heye!
xetî sebzî le kenarî lebî, nalîNasnava edebî! herwek
xizirNava taybety zînde leser çahe, zulalêkî heye