ełłah ełłah ke çi ’eqił û çi kemałêkî heye

From the Book:
Dîwanî Nalî
By:
Nali (1800-1877)
 1 minutes  1835 views
ełłah... ełłah... ke çi ’eqił û çi kemałêkî heye!
legeł ew ’eqił û kemałe çi cemałêkî heye!
diłřifênêke le bo medḧî, serapayî ewê
wacbe medḧî bika herçî ke małêkî heye
ehlî em şare hemû noker û etba’î ewn
yûsfî mîsre, ’eceb cah û celalêkî heye!
ger xeyałî dehenî bênme nêw em ẍezele,
dên dełên em ẍezele wirde xeyałêkî heye!
xetî sebzî le kenarî lebî, nalîPen name! herwek
xizirNamed-Entityy zînde leser çahe, zulalêkî heye