pîrî nufûzî kirde beden besîye tenbełî
Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
1 Xulek
3144 Dîtin
pîrî nufûzî kirde beden, besîye tenbełî
derço le xanuwê ke xelel geyye tenbełî
qeykirdinî suraḧî eger tê bigey dełê
dił têkeł hatne legeł em xełke têkełî
wa dił be daẍim ez le řeqîb, erserî biřn
bo eklî leḧmî ew sege min debme ḧenbełî
tersa be dînî ew yedî beyzaye bûne cûy
bo kuştinim ke destî derêna le baxełî
dinya be tewsewe demî mergî witî ke
zwalqirnînErebî dî zelîle, le kin xot eto kełî
zahîd çye, heye gebełî řîş û tûkeser
agir nebê çi bê serî derka le cengełî!
meḧwîNasnava edebî, qeza qisêkî xoşî wit be çarî řûs...
dwênê gemałe gewreke, emřo yekê dełî