ḧeqî bû dił le koya ma be sîney ême nařazî

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1470 Dîtin
ḧeqî bû dił le koya ma be sîney ême nařazî
ke ’asî qesrî xuldî dî be cê ełḧed nema řazî
çuwe çû, xo nehat û nadyare, ḧałe małit bê
bes em neqde bike serfî ẍemî musteqbel û mazî
bibînin ger le saqî naz û ’îşwêk, ême deybînîn
be mey noşî deden fitwa be mestî muftî û qazî
le nan û aw ewa îmsakîye mirdûş, erê zahîd
çi ’ucbêke, emende bo denazî to be murtazî
qise û bast le ’îrfane, ke çî dinyaye menzûrit
le ’înwanî cewahîr coyyayî û řû le e’razî
qise ger ’îqdî gewher bê, ẍerez deyka be xermuhre
çi tesîrê le we’zitidaye wa’îz, wa piře eẍrazî!
mebe meḧwîNasnava edebî be řûpêdanî yarî ’îşweger meẍrûr
wekû dinya sebatêkî nîye îqbal û i’îrazî