ḧeqî bû dił le koya ma be sîney ême nařazî

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1469 views
ḧeqî bû dił le koya ma be sîney ême nařazî
ke ’asî qesrî xuldî dî be cê ełḧed nema řazî
çuwe çû, xo nehat û nadyare, ḧałe małit bê
bes em neqde bike serfî ẍemî musteqbel û mazî
bibînin ger le saqî naz û ’îşwêk, ême deybînîn
be mey noşî deden fitwa be mestî muftî û qazî
le nan û aw ewa îmsakîye mirdûş, erê zahîd
çi ’ucbêke, emende bo denazî to be murtazî
qise û bast le ’îrfane, ke çî dinyaye menzûrit
le ’înwanî cewahîr coyyayî û řû le e’razî
qise ger ’îqdî gewher bê, ẍerez deyka be xermuhre
çi tesîrê le we’zitidaye wa’îz, wa piře eẍrazî!
mebe meḧwîPen name be řûpêdanî yarî ’îşweger meẍrûr
wekû dinya sebatêkî nîye îqbal û i’îrazî