be noşî canî werdegirim pyałeyî zehrî her nêşê

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  3612 views
be noşî canî werdegirim pyałeyî zehrî her nêşê
be derdî dił biçim ger bê le cewrî to diłim bêşê
bewem zanî le baẍa çiqłî guł hełçeqye dawênî
ke lêre dił le sînemda birînî neşterî dêşê
şukir yar îznî dam hem girye kem hem quř be serda kem
be carê şahî min beḧir û beřî bexşî be derwêşê
lemê meydanî ’îşqe, kilke řêwî řîşî to, zahîd
çi bê qedrî? debê ger şêrî bêtê kilkî řakêşê
witim řuxset de cana, da be qurbanî lebit kem can
witî beḧrêkî şehd ełbet denîşê pêyewe mêşê
xuda girtû diłim, çotin be gij şor û şeřî ’îşqa
be nessî aye eflak û zemîn em bare nakêşê
sened bê mor û xet de’wey meḧebbet kirdine meḧwîPen name
te’eşşuq, bê diłêkî daẍdar û sîneyî řêşê