pîrî nufûzî kirde beden besîye tenbełî

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  2317 views
pîrî nufûzî kirde beden, besîye tenbełî
derço le xanuwê ke xelel geyye tenbełî
qeykirdinî suraḧî eger tê bigey dełê
dił têkeł hatne legeł em xełke têkełî
wa dił be daẍim ez le řeqîb, erserî biřn
bo eklî leḧmî ew sege min debme ḧenbełî
tersa be dînî ew yedî beyzaye bûne cûy
bo kuştinim ke destî derêna le baxełî
dinya be tewsewe demî mergî witî ke
zwalqirnînArabic dî zelîle, le kin xot eto kełî
zahîd çye, heye gebełî řîş û tûkeser
agir nebê çi bê serî derka le cengełî!
meḧwîPen name, qeza qisêkî xoşî wit be çarî řûs...
dwênê gemałe gewreke, emřo yekê dełî