xeste ḧałî ẍemzeyî şoxêkî ’eyyare edeb
Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
2 Xulek
1290 Dîtin
xeste ḧałî ẍemzeyî şoxêkî ’eyyare edebNasnava edebî
her mepirse çon nizar û zar û bîmare edebNasnava edebî
lew demey mestî meyî çeşmî xumarî diłbere
qet meken baweř, biłên: yek leḧze huşyare edebNasnava edebî
şew beyadî zułfî mişkînî, hetaku subḧidem
besterî piř ’enber û piř mişkî tatare edebNasnava edebî
çî cefay barî milim kird, wem nekird azurde bê
ta bizanê ta çi endaze, wefadare edebNasnava edebî
şeşpeřî ẍemzet beçendîn cê, le sînem karîye
wem nekird kes pê bizanê; çon birîndare edebNasnava edebî
ey bitî ře’na, leser çî hênde azarim dekey!
kameye curmî? ke mustewcîb be’azare edebNasnava edebî!
herçî kirdî, ’îşqî to kirdî, degeł me, ger ne boç?
bê sebeb řisway kûçe û şar û bazaře edebNasnava edebî?
aşnayî tom bese; ’alem hemû bêgane bê
yar eger to bî; çi bakî yar û eẍyare edebNasnava edebî!
to, gułî xunçe dehan, tabûye zîbî baẍî me
şêtîye her kes biłê: mayl begułzare edebNasnava edebî
wa dezanî her řeqîbit, lême bêzarîy deka!
sed ewendey wî, lewî bîllahî bêzare edebNasnava edebî
bo depirsê pîrî me, emřo le ayînî eme
zułfî to, bo xoy gewahe, ehlî zunnare edebNasnava edebî
her kesê wek min esîrî çenberî zułifit nebê
kwa dezanê dûr bedûr, çonit giriftare edebNasnava edebî