ger metłe’e bo mahî muqenne’, çehî nexşeb

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 1 Xulek  1317 Dîtin
ger metłe’e bo mahî muqenne’, çehî nexşeb
mahî me, tilû’î le çehî ẍebẍebe her şeb
gułzarî cemale, muteşekîl be dû sunbul
ya bedrî direxşinde, le mabeynî dû ’eqreb
ey serû çemanî qemerîy, nûrî qemer řû
ey xunçe dehanî şekerî nutiq, şeker leb
takey becefa; ême xetabar û gunehkar
takey be sitem, ême giriftar û mu’ezzeb?
ger nutqe; hetakey degeł eẍyare xîtabit
ger qehre, hetakey minî bêçare muxateb
sed ḧeyfê ke bo derdî diłî me, demî wesiłit
şew kurte û firset kem û tûlanîye metłeb
ger bade, feriḧbexşe, beyadî lebî toye
neş’ey çîye, bê şehdî lebit: camî lebaleb!
ger lomeye, ger men’e, eger kifre, ger îslam
ger tab’î qanûne; eger xarcî mezheb
ta can le bedendaye, edebNasnava edebî to deperistê
zunnarî milim: zułfî xemit; qîbleme: ẍebẍeb