lew demey mestî suraḧî çeşmî diłdare edeb

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  1092 Dîtin
lew demey mestî suraḧî çeşmî diłdare edebNasnava edebî
qet neken baweř, biłên: yek leḧze huşyare edebNasnava edebî
řêm begułzarit tełeb kird, ew şewe fermût: neyê
yek nefes bêt û biçê, lem baxe muxtare edebNasnava edebî
dem bexendey xunçeyek bû, řewneqî gułzarî me
bo gułî gułzarî řûy; wek bilbilî zare edebNasnava edebî
tûtîy teb’im ke dête medḧî lêwî şekkerî
şehdî safêkî ’elawey qendî guftare edebNasnava edebî
şew le naw cê;ta seḧergahan beyadî mahî řût
satê exter; barî eşk û satê bêdare edebNasnava edebî
diłbera bo xot meger řeḧmê beḧałî min bikey
ger ne, lem dinyaye kêy wa yar û xemxiware edebNasnava edebî
ta betarî zułfî xawit; xame bête îrtî’aş
defterî piř ’enber û mişkî tatare edebNasnava edebî
şew leber sozî derûn û eşkî dîdem; nazenîn
layekî: awî řewan û layekî: nare, edebNasnava edebî
dił birîndarî xedengî ẍemzekey diłduzte
carê napirsî; bizanî çon birîndare edebNasnava edebî
ger sizawarî xîtabit nîm, qibûłe ey edeb
bo ’îtabîşt meger her: naszaware edebNasnava edebî?
ger beqanûnî wefadarîy depirsî ḧałî zar
řengî zerd û ahî serd û eşkî gułnare edebNasnava edebî
çeşmî bîmarit tebîbî ew diłey bîmarî me
seyrî bîmarî ke, bîmarî peristare edebNasnava edebî
şew beyadî zułfî piř nêşî hetaku subḧidem
hemnîşînî ’eqreb û hemsuḧbetî mare edebNasnava edebî
zahîda! zeḧmet mekêşe bo sibutî wer’î min
zułfî saqî xoy gewahe, ehlî zinnare edebNasnava edebî
dił, ke kewte damî zułifit, min gutim asûde bûm
wek ewêsta têdefkirim, xoy giriftare edebNasnava edebî
zahîdan tezwîrî bêcayane, bo tekfîrî edebNasnava edebî
zułfî yarim xoy gewahe, ehlî zinnare edebNasnava edebî
wa nîye wa’îz betenha bê leme, bêzar û bes
sed ewendey wey lewî bîllahî bêzare edebNasnava edebî