yarî me, bo ḧesretî me, mûy le řûy kirde nîqab

Li pirtûka:
Dîwanî Edeb
Berhema:
Ebduɫɫa Begî Mîsbaḧ Dîwan (1859-1916)
 2 Xulek  968 Dîtin
yarî me, bo ḧesretî me, mûy le řûy kirde nîqab
bêxeber emma ke: saye; bû bezîbî aftab
her firîşte tel’etêk, fexrî benûrî xîlqete
hat û řûy toy dî; dełê ya leytenî kuntu tirabErebî
lewdemey ’etrî serî gêsûy to hate meşam
kêye minnet hełgirê! îdî le ’enber, ya gułab?
komełê xałn wederkewtin le textî sîneda
ya numayan ’îqdî perwînin le şu’ley mahtab!
mêş eger carê binîşê lew lebî wek qendî to
ta beřojî mirdinî; her şekker alûde lu’ab
ey ’eceb ḧuqqey dehenit û ew didanî gewherîn
çon le naw nuqtêke penhan, sî û dû duřî xuşab!
kewte damî zułfî qullab, ew diłey azadî min
..............................................................................Teksta ne aşkira
ẍafiłn ewřo le xwênî kuşteyî hîcranî xot
damenit degirin biła pakî, beřojî îḧtîsab
bo ser ew çahî zeqen, zułfî zeẍen bû, rehberim
axrî çahe; kesêkî rehberî řêy bê ẍurab
bo nîşanî bezmî mestanit, le dûrîy to edebNasnava edebî
çenge: sîney, tar: nałey, zare dengî, wek rubab