ey dił were hoşyar bibe hiza tirîq al’aşiqîn
Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
2 Xulek
12335 Dîtin
ey dił were hoşyar bibe hiza tirîq al’aşiqînErebî
meḧwî cemałî yar bibe hiza tirîq al’aşiqînErebî
lem lawe giryey nay û ney, lewlawe xendey camî mey
agir le ’alem berbidey, hiza tirîq al’aşiqînErebî
carê le çawan bigre xew, bigrî be nałey nîweşew
ta bêteder xurşîdî new, hiza tirîq al’aşiqînErebî
şorî dił û sozî derûn, zûxawî cerg û mewcî xûn
xwênî geş û firmêskî řûn, hiza tirîq al’aşiqînErebî
ta dił nesûtê dem bedem, fanî nebê ser ta qedem
perwane qet nagate şem, hiza tirîq al’aşiqînErebî
ta çaw û dił xwên bar nekey, qet’î hemû eẍyar nekey
fikirî wîsałî yar nekey, hiza tirîq al’aşiqînErebî
’aşiq debê mestane bê, xakî derî meyxane bê
saqî le kin peymane bê, hiza tirîq al’aşiqînErebî
ger diłguşa badî seba, şerḧî diłim bo guł neba
’umrî ’ezîzim çû be ba, hiza tirîq al’aşiqînErebî
sûta derûnim serbeser, xwênîn diłe can û ciger
cîsmêke bê’îsim û eser, hiza tirîq al’aşiqînErebî
dîsan leser ’ehdî elest, camê le canan bigre dest
her ta ebed mexmûr û mest, hiza tirîq al’aşiqînErebî
dêwane û sewdaserim, kujrawî ẍemzey diłberim
dił piř le êşî neşterm, hiza tirîq al’aşiqînErebî
çawim be sozî dił teře, deryayî aw û awre
mutrîb biłê saqî were, hiza tirîq al’aşiqînErebî
perwane xoy awîte best, fermûy çira mexmûr û mest
wesiłim be sûtan dête dest, hiza tirîq al’aşiqînErebî
bulbul denałênê ḧezîn, guł dête ’îşwe û pêkenîn
bigrî be sozî ateşîn, hiza tirîq al’aşiqînErebî
çî wek wefayîNasnava edebî bendeye? lew baẍî dił guł xendeye?
bew came xizrî zîndeye? hiza tirîq al’aşiqînErebî