ey dił were hoşyar bibe hiza tirîq al’aşiqîn
From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
2 minutes
12048 views
ey dił were hoşyar bibe hiza tirîq al’aşiqînArabic
meḧwî cemałî yar bibe hiza tirîq al’aşiqînArabic
lem lawe giryey nay û ney, lewlawe xendey camî mey
agir le ’alem berbidey, hiza tirîq al’aşiqînArabic
carê le çawan bigre xew, bigrî be nałey nîweşew
ta bêteder xurşîdî new, hiza tirîq al’aşiqînArabic
şorî dił û sozî derûn, zûxawî cerg û mewcî xûn
xwênî geş û firmêskî řûn, hiza tirîq al’aşiqînArabic
ta dił nesûtê dem bedem, fanî nebê ser ta qedem
perwane qet nagate şem, hiza tirîq al’aşiqînArabic
ta çaw û dił xwên bar nekey, qet’î hemû eẍyar nekey
fikirî wîsałî yar nekey, hiza tirîq al’aşiqînArabic
’aşiq debê mestane bê, xakî derî meyxane bê
saqî le kin peymane bê, hiza tirîq al’aşiqînArabic
ger diłguşa badî seba, şerḧî diłim bo guł neba
’umrî ’ezîzim çû be ba, hiza tirîq al’aşiqînArabic
sûta derûnim serbeser, xwênîn diłe can û ciger
cîsmêke bê’îsim û eser, hiza tirîq al’aşiqînArabic
dîsan leser ’ehdî elest, camê le canan bigre dest
her ta ebed mexmûr û mest, hiza tirîq al’aşiqînArabic
dêwane û sewdaserim, kujrawî ẍemzey diłberim
dił piř le êşî neşterm, hiza tirîq al’aşiqînArabic
çawim be sozî dił teře, deryayî aw û awre
mutrîb biłê saqî were, hiza tirîq al’aşiqînArabic
perwane xoy awîte best, fermûy çira mexmûr û mest
wesiłim be sûtan dête dest, hiza tirîq al’aşiqînArabic
bulbul denałênê ḧezîn, guł dête ’îşwe û pêkenîn
bigrî be sozî ateşîn, hiza tirîq al’aşiqînArabic
çî wek wefayîPen name bendeye? lew baẍî dił guł xendeye?
bew came xizrî zîndeye? hiza tirîq al’aşiqînArabic