ey neş’ey xendey zarit şîrînkarî ḧeyatim

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  1014 Dîtin
ey neş’exendî zarit şîrînkerî ḧeyatim
’îşwey zulf û ’îzarit mujdey şewî beratim
fermût: tom nemrî nayêm, najîm neyêyte ser cêm
we’dekanit bexêr bê, her çaweřêy wefatim
xozgem bewey ledûy to, her denwařête řûy to
mirdim be arezûy to, qurbanî aşnatim
be tîrêk dû nîşane, şayanî şay turkane
qurbanî dest û bazûy ew çawey surmesatim
ew tîre dat le cergim, derkewt asarî mergim
fermût: ke dê, be ser bê, bextim nebû nehatim
çî ’îşqî toy le diłda, destî le ab û gił da
daẍî şêwawî řûtim, kuştey řeqis û sematim
tîrit qerarî dił bû, aramî da be cergim
ba dił diłî nemênê, ew carekeş fîdatim
ey saqî xerabatî, qetrêk awî ḧeyatî
aman destî minit daman! sûtawî nêw zułmatim
saqî çawit binwêne, zuhd û teqwam bistêne
qurbanî camêk mey bê, hemû sewm û selatim!
mutrîb! hadîy řoḧanî, lêde tarî subḧanî
şabaşî sozey ney bê, hemû cum’e û cematim
řîşêkî gêj û wêj bê, be řya dûr û dirêj bê
muşkil ew pûşe wîşke, bête mayey necatim
dił piř xew û xeyałat, dem be zîkir û munacat
zeḧmet be řojî tarîk, xoş bê weqit û se’atim
demêke dił biławe, bew zulfe pê be dawe
ya xuda be řût guşa bê, ẍerîbî dûr wiłatim
nemzanî guł depşikût, şîrîn be lêwî yaqût
ya to be xende fermût ḧuqqey şehd û nebatim
guł ’etrî xoy biław kird, dunyay piř le guław kird
lał bû zubanî bulbul, kuştey zat û sîfatim
xoşxiwanî meclîsî guł! bênewe coş řoḧ û dił
bêḧałe zor «wefayî» fîday deng û sedatim