şew le xewda min çira bûm dił çira bû can çiraẍ

Li pirtûka:
Dîwanî Wefayî
Berhema:
Wefayî (1844-1902)
 2 Xulek  5530 Dîtin
şew le xewda min çira bûm dił çira bû can çiraẍ
ey leber ’eyşî şewî dî can çira canan çiraẍ
geh firîşte, geh perî, geh ḧorî ’în gahê melek
geh qemer, geh muşterî, geh řoj, gehê řexşan çiraẍ
řeng be řeng zulfî direwşan dem bedem řûy xoy nwand
çilçira ya şew çira bû? ya be sed řengan çiraẍ?
řûy le tata zulfî derxist hate ser řûy merḧemet
newbehar bû, şew behar bû, wa ke dayîsan çiraẍ
řû le ḧelqey tarî zulfan, dem le firqey pêkenîn
wek le kin kanî ḧeyatê, şew hezar taban çiraẍ
řewneqî ḧewt asman û zînetî řûyî zemîn
her wekû bo şanşîn û menziłî şahan çiraẍ
tabî sunbuł, tabşî guł, nîm nîgahî çaw xumar
neş’e bexşa, can feza, wek şew le meyxanan çiraẍ
’eksî řûy arayşî zulf û xet û xałan deda
wek le gułşen guł çira bê, sunbul û řeyḧan çiraẍ
şewqî damê řûy de min kird, dîm şewm lê bote řoj
min desûtam, min ’eceb mam! min çira bûm yan çiraẍ?!
dił le layê, ten le layê wek neystan awrî girt
mescîd û deyr û kilîsa mawe piř taban çiraẍ
dar û berd wek min desûta, der nema, eywan nema
zahîr û batîn çira bû, der çira eywan çiraẍ
zulfî to û řuxsarî toye? ya şewm řojî wîsal?
řûyî to û bałayî toye? ya le serustan çiraẍ
min ewa mest û nezan bûm, bo le daẍî baẍî řût:
guł wekû bulbul desûta terzî perwanan çiraẍ
nagehan diłber nehan bû, bû be řojî řestexêz
kef zenan meyxiware, wêran meykede, giryan çiraẍ
şe’şe’ey xurşîd nîhan bû, lał û keř bû nîlufeř
mat û xamoş ma wefayîNasnava edebî wek seḧergahan çiraẍ