qer û gułezer 2

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 13 Xulek  856 Dîtin

qer dełê: «le xom xanexrap û małwêranê!

emin çilon bebê kesî le dûr wiłatî bikem guzeranê?»

xêłî ḧemedî paşaẍan barî dekird terkî dekird ew mekane

qer we dûy xêłatî dekewt bê ser û bê zimane

eger ḧemedî paşaẍan daxîl begermênê debû, bekirî şêxanî debowe mîwane

sê řojanî qerar degirt, bo tîcaretê deçû řûy dekirde şarane

qer ewa le byabanan, temaşa řêyanî dekird, karwanêk dyare

dełê: «biçim ḧewałî ew karwaney bikem pirsyare

ew karwane nazanim ne gaye, ne gadare

ne wiştire, ne wiştirbare

ne pyadeye, ne sware

biçim ḧewałêkî ḧemedî paşaẍan le wî bikem pirsyare».

qer deyzanî bekirî şêxan ḧezê le xatûn gułezerê deka

bekirî şêxanîş dezanê qer ḧez le xatûnê deka. qer xełqî kwêstanê

bû, bekirîş xełqî germênê bû. ewa deřwa bo tîcaretê

qer bang deka: «karwanî, ay karwanî!

etû hîç hewałî xêłî ḧemedî paşaẍan nazanî?»

bekir gutî: «emin karwanim,

ře’îsî germên û kwêstanim

hewałî xêłî ḧemedî paşaẍan zor çak dezanim

emşew sê şewe lenêw xêłî ḧemedî paşaẍan mîwanim

eger xeberî xêłî ḧemedî paşaẍan le min depirsî: xatûn gułezer nexoşe derdî gelêk girane

’ezîzim emin ewê şewê lewê bûm boyan kirde sedeqe çil şekî cût didane

emnîş çûme serî nezmanî degeřê nehełdênê çawane

nexoşêkî hênd girane leknim heta êwarê najî ew bestezmane».

qer bang deka: «bekir bekirî şêxanî!

mût bikewê leserî zibanî!

bekir bekirî mał şêwawe!

ya řebî, seferit nebê tewawe

xêrê le cwanî xot nebînî kwêrit bibê herdûk çawe

ewe çî xeberêke le bo minî małwêranit hênawe?

ya řebî! seferî xêrit nebê, beselametî negeřêyewe bedwawe»

bekir dełê: «etû xełqî kwêy le xatûn gułezerê dekey pirsyarê?

xatûn gułezer her ziman xoşe beşwan û gawanan dekatewe bêgarê

eger xałî bar deka, biskêkî denê de xeney yekî denê de jengarê

henyey xatûn gułezerê dełêy řojî minewere, le mabeynî ’erz û asmanê

dekatewe karê

mexlûqat guzeranî leber deka le sibḧeynê heta êwarê».

qer dełê: «hey bekir, bekirî şeytane!

xuła çilonit lê qibûł deka legeł min dekey ew qisane

çibkem. dił hîlakî kirdûm gaga debim benoker û gaga debim be şwane

eger lêm mu’ebîn bê nexoşêkî hîlake řastin ew qisane

boxom debme êłçî, deçim dênme serî erestû û ḧekîmêkî wek luqmane

deşqem xuła tewfîq bida řast bibêtewe, şayî be dinyaye, newciwane»

bekir dełê: «bexułay! nexoş bû xełqî hemûy boy řawestabû, le amîn amînî feqê û melayanyan dênanewe serê le boy bixiwênnewe yasînê. eger yasînyan kirdibû tewawe

çawî hełat zibanî kirawe

noker û pêşxizmetan mujdeyan le bo ḧemedî paşaẍan hênawe

4ḧemedî paşaẍan şukiraney debjard gelêk leber xułay pařawe

eger emnîş zanîm xatûn gułezer çabû, qetarî xom řakêşa hatûm wawe»

qer dełê: «eger nemirim, bijîm, bimênim

debê bê su’betêkî be ḧemedî paşaẍan binwênim

wiłatî beẍdayey pêwe bişêwênim».

bekir dełê: «etû lewey meke fikirê

pyawî şwanewêłe û bêkes degeł ’êlî çî pê nakirê».

qer dełê: «etû bizane qisey ew tacrey hemû xořayîye

le tû wabû hemû şitêk çerçîgerî bazařîye

gezgezey çîtî defroşî le tû waye hemû şitêk çerçîgerî bazařîye

eger nemirim, bijîm, bimênim

debê be memleketî îsfehanê řabgeyênim

top û topxane û leşkirî bo ser beẍdaye dênim

řêy kwêstanê debestim germênê deşêwênim».

bekirî şêxan dełê: «bexułay! be şwanan pêk nayen ew karane

ḧemedî paşaẍan pyawêkî maqûłe, şarî beẍdaye şarêkî gewre û girane»

bekirî şêxan dełê: «carê lew qisane geřê xuła bika xatûn gułezer çak

bibê lew derdey, xilas bê ew bestezmane».

qer dełê: «bekir etû bekirî şêxanî».

qisey çakit bezarîda naye

řebbî zelîl bî le çawan, nekewye ber ałay ḧezretî řesûłułlaye

xatûn gułezer înşałla lew derdey řizgar debê, çunke degeł emnî

xwarduwe kelamułlaye

ewe deçmewe sindûsî boy dirus dekem tîp û sipa û ałaye

řebbî her dû çawit kwêr bê, etû boçî qisey çakit be zarîda naye?»

bekir dełê: «emin çibkem, řêbwarim, tacrî her çwar dewłetanim

ewî dîwme her way dezanim

emnîş swêndixorî xatûn gułezerêm boye wa serewêranim

mudaxił le beẍdaye dekem xom be nokerî ferecułla xanî ḧakmî sindûsî dezanim».

qer dełê: «bekir! diłit xoş kirdûm bew qisane

xełqî gûy xward le gûy babyan deyangut: şête bekirî şêxane

were de meydanî xewf û řecayeda be’emanet biço ḧewałêkim bo le ḧemedî

paşaẍan bizane

bo xatrî xuła û pêẍemberan! bekir bom bike ewê subatê

biço kin ḧemedî paşaẍan, biłê: qerî kuřî ferecułla xanî deygut xatûn

gułezerêm bidatê

mełê: qer şêt û aga lexo nîye

emin sałewextêke destim le ḧukmatê hełgirtuwe شاە ’ebasî îsfehanê

degeł ferecułla xanî leber ewhe emînan be neḧlet kirdîye

dezanim xatûn gułezer degeł toş swêndixore, beła jin dînî nîye

etû emînî her çwar dewłetanî ew kareş bo tû ’eybî nîye

biço bom lê bizane qisêkî beseḧîye

wełla ya êsfehanê be qiř dedem, ya řêy kwêstanêy lê qedeẍe dekem yekcarîye

beyekcarêkî biço, karim bike tewawe

şerimit pê nebê serî qetarê bigêřewe be dwawe

yane sindûsî beqiř dedim, yane beẍdaye destênim tewawe».

bekirî şêxan le şermî qerî geřawe

heta wekê lenêw xêłê ḧemedî paşaẍan tembełêtîy xoy be ’erzê dadawe

çû le ḧemedî paşaẍanî kird selam û seławe

ḧemedî paşaẍan dełê: «we ’elêk eslam, xêre, şukur! wa qetarit geřawe».

gutî: «nazanim çit ’erz bikem, qasîdim hîç gileyîm leser nîye

beřêy řastî xom deřoym yekêk le řazî berdî bangî minî kirdîye

gelêkim qise degeł kird heta dwênê nemzanî kêye û kwênderîye

serî qetarêm řagirt gelêkman pêkewe qise kirdîye

gutî: «emin qerim kuřî fercułla xanî êsta le îsfehanê şa ’ebas

degeł babim lêm deka gileyîye

eger xatûn gułezerim nedatê beẍdayey lê dekem wêrane».

eger ḧemedî paşaẍan ew qisey bîst tewawe

deygut: «sebrê bigre bekir, heta qisêkî le małê dezanim tewawe».

nardye kin xatûn gułezerê: «ew xebere çîye, dełên zibanit de girêw nawe

degeł şwanêkî xwêřîle?» dełê: «babe emin ’êlêkî ser awałem, bê xudane

etûş meznêkî gewrey saḧbî hemû ’êlane

řidên sipî dułetanî, çakit denasî sułtane

emin saḧb dewłetim, debê bidwênim hemû şwan û gawane

eger emin hemû kesêkî nedwênim nambêtewe guzerane

babe texsîrî min çîye xełq deka ew qisane?»

ḧemedî paşaẍan dełê: «nardûyete kin emin bo xwazbênîye

ew kuřî ferecułla xanî ḧakmî sindûsîye».

gutî: «babe degeł emin meke giftugoye

eger be segêkim bidey îxtyarî min her be toye».

ḧemedî paşaẍan bangî kirdewe bekirî şêxane:

«emin xatûn gułezerim dwanduwe etoş boxot biço qisêkî lê bizane».

bekirî şêxan way gutîye:

«qurban! beřîşî sipîyewe řemin nakewê dełałîye

debê jinan binêrî bizanî qisey çîye».

ḧemedî paşaẍan gutî: «ca ew tegbîre bemin nîye

bekirî şêxan ’erizit bikem qisêkî dîye

řaweste xêł bigeřêtewe sałêkî dîye

lewê detdemê be yekcarekîye

biço pêy biłê ca bizane cwabî çîye».

eger bekirî şêxan cwabî bo qerî hênawe

eger ’erzî kird hemû qisey bo gêřawe

gutî: «ya xuła bexêrêyewe zeḧmetit bo min kêşawe».

qer le řastewe, geřawe bedwawe

geyîye cê hewarî bangêkî xoşî lê dawe

gîr nebû, heta hat, geyîye sindûsî, cênşînî kird tewawe

’erzî babî kird le îsfehanê, gêřawe

eger ferecułla wa dezanê

deçû debû be ’erizçî le kuřî xoy le şay îsfehanê

şa fermûy: «ew le germênê eme le kwêstanê?

ewe karêkî zor gewreye meger sułtanî estembûłê pê bizanê».

şa fermûy be ferecułla xanîye:

«ewe karêkî zor be qablet nîye

leknim řom kiçê nada be ’ecemîye

ełbette kuřî tu ’ewame çi agay le xoy nîye

dena memleketî min kiçî wek kiçî ḧemedî paşaẍanî têda nîye?»

şa ’ebas gutî: «ferecułla xan! qaqezêkî binûse le qerî:

«nêwî ew kiçey çîye?» qaqezî bo qerî nard. qer gutî: «le řûm hełnaye

qaqezî bo şa ’ebasî binûsmewe». leşkirî bird û çû bo ser ḧemedî

paşaẍan xeberî da be ḧemedî paşaẍan:

«emnim kuřî ferecułla xanî

çendim xizmetî berx û meřî wî kird be şwanî

emin xom kirde nokerêkî kemtirîn, ewanim dana le cêy ferecułla xanî

xoy le min nenas kird qedrî minî nezanî

îdî nełê le řûy hełnaye

ya di ebê xatûnêm datê, ya di ebê degełim bika de’waye

ew neyzanî eger ew ḧemedî paşaẍane

babî minîş ferecułla xane

bekir eger fikirê bika, sed tacir û tuccařî weku wî le memleketî padşaydaye

qasîdêkî binêre kin xatûn gułezerê, bizanin bo bekirî le min deka ḧaşaye

eger cwabî minî da degeřêmewe bedwaye

eger bo bekirî şêxan bê boy dirus dekem seyr û suḧbet û sefaye».

ew xebere be bekirî diraye

gutî: «nemzanî kuřî ferecułla xanîye, kwêrayîm daye

eger xatûn gułezerê biden be qerî herçend xerc û muxarîcî bê xom deykêşim le dinyaye

bo xatrî qerî xatûn gułezerim bexuşk qibûł kird, boxom debim bebraye

deşqimî meqsûdyan ḧasił bê, lêktirî bibînnewe kam û sefaye».

eger xeberî le ḧemedî paşaẍan dekird yeqîne

deygut: «bexułay! kiçî min layqî kuřî ferecułlaxanî nîne

lêm qibûł naka sułtanî emîne

«eger bêtu bîdemê debê ’erizçî bikem bedił û yeqîne».

eger ew qisane degeřawe bo qerîye

gutî: «lewî waye her ewdeme, ke degełim dekirdewe şwanîye

ew me’nayane hemû çîye?

ew karane wa pêk naye

taze nehatûme tikaye

yan bimdatê ya wexo kewê bo de’waye

de’waye dekem bedił û becane

hetta kengê degrê ew byanuwane?

«leşkirî îsfehanê dênim becarêkî, beẍdaye dekem wêrane».

swarêkî nard beçeper û beřewane:

«teşrîfî bekirî şêxan bête êrekane».

ke xeber be bekirî şêxan geřawe

be pelepel hat lewlawe

le qerî kirdewe seławe

dełê: «birale! çi dawêke bo minit řonawe».

dełê: «leto daye, her ew qerî şwan mawe

guftare le bo tom řonawe

beẍdaye dekem biławe

axir zorim le tû gêřawe,»

dełê: «emnîş xizmetim pê kirawe

xeberim le xatûnê gêřawe

bexuşkim qibûł kirawe

bo tû çake ew newlawe».

bekir çû be qasîdîye

be ḧemed paşaẍan dełê be yekcarekîye:

«etû bo ew pyawe cwabit çîye?

ewîş pyawêkî kem nîye

bo tûş ’eyb û şûreyîye

dest hełgirtinî le bo nîye

meger dewłet lêk dirên yekcarekîye

hîç sefay le bo tû nîye

beẍeyrez kwêrewerîye»

gutî: «bekir, etû bo çi le min dekey ḧukmî?

kiçî xom nadem be ’ecemî

sibḧeynê bête de’waye»

xeberî le bo qerî bird

qer sibḧeynê xoy dirus kird

sibḧeynê fesłî çêştawe

xeber be qerî dirawe:

«ew leşkir hat lewlawe

dar û berdî depoşawe

hełê û bigeřêwe dwawe».

qer dełê: «nemirim, bimênim

beẍdaye pak deşêwênim

ya serî xom dedořênim

yane gułezerê destênim»

bekirî şêxan way gutîye:

«bo tû ’eyb û şûreyîye

ew şeřem hîç pê ça nîye

ḧemedî paşaẍan kwêstanî nîye

lêy geřê ta sałêkî dîye

biła germênî leser nebîye

dewrey bigre yekcarekîye

lêy destênî çarey nîye

wêsta heqit degeł beẍdaye çîye?»

qer dełê: «bekir kar tewawe

taze naçmewe bedwawe

leşkir û qoşenim hênawe

sindûsim lê becê mawe».

bote şeř le zemanî

cwabî ew qisey dira be sułtanî

dinya demênê be wêranî

leber kuřî ferecułla xanî

sułtan dełê: «řamemênin

îsfehanê tê bigeyenin

eger qisem neselmênin

qet nabê ’ecemêk bimênin

herçî şî’eye bîbetłênin».

ew xebere hat, geřawe

bemîrî beẍdaye dirawe

eger mîr wa dezanê

şeqjin kewte dîwanê

dełê: «bênne derê cibexanê

serbazim bo biden le sanê».

serbaz le san řawestawe

karêkî gewre qewmawe

ałay ḧeqêyan hełdawe

des be de’waye kirawe

ta nîweřo lêkyan dawe

leşkirî beẍdaye şikawe

serî beydaẍan berdirawe

herkese boxoy geřawe

qer řosteme řawestame řawestawe

şaş û peř pałyan wêk dawe

pałyan wêk da le zemanî

herweku bewrî beyanî

ke ’êlat hemûy pêy zanî

deyangut: «heta dwênê deykird şwanî

ewřoke bewrî beyanî».

dinya bew şeřey dezanî

bekirî şêxan hat, lewlawe

qaqezî xatûn gułezerî hênawe

maçî kird, leser çawî danawe

bekirî şêxan gutî: «qurban, çi nûsrawe?»

gutî: «du’a û seławî danawe

fermûye: bo le řûy babim wergeřawe?

zor xirapim lê qewmawe

ewa xetay min gîrawe

pêy biłê bigeřêtewe

qerare degełim řonawe

qerarman ta beharê

heta bexêr xêł dêtewe xwarê

ca boxom degełî dekem guftarê

ça nîye çî dî bigrê binarê»

qer gutî: «pêy biłê pêy nakem mitmanê

heta bom nexwa qur’anê

bom danê qewl û qerarê

heta weku xêł dête xwarê».

bekirî şêxan hat, geřawe

qisey bo gułezer hênawe

qur’anî bo xward tewawe:

«ke hatim nayem be dwawe,

çî dîm abřû neka biławe».

qer le bo şewê geřawe

leşkirî xoy kird biławe

sułtan be şa ’ebasî tê geyandîye:

«eger dełê taracî bikem beyekcarekîye

ew şeř û me’reke çîye?»

şa ’ebas way gutîye:

«eger defermuwê derî kem xwêřîye

de sułtanê zyatir kesim nîye»

sułtan way da cwabî wîye:

îxtyarî wî bemin nîye»

ferecułła xan qaqezî nûsîye:

ḧaşa û madułła kuřî min nîye

le sindûsî dekem xwêřîye»

qer gutî: «destełat be min nîye

destełat be min nemawe

ḧaşa, madułła lew karane

dezanim demgirê qur’ane

natwanim leber ferecułla xane

lêm ḧeram bû řûy nanî

ca xatûn gułezer xoy zanî».