qer û gułezer 1

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 14 Xulek  1472 Dîtin

wextêkî şa ’ebas le îsfehanêřa hat bo dimdimî, hate sindûsî; mîwanî ferecułła xanî, aẍay sindûsî bû. ferecułla xan zor ḧurmetî girt. şa ’ebas lewserê ke geřawe, ferecułlaxanî degeł xoy birde îsfehanê. ferecułlaxan dwazde kuřî bû. kuřî le hemuwan gewretrî qer bû. qerî kirde ḧakmî sindûsî. xeberyan bo qerî hêna gutyan: «ḧemedî paşaẍan kiçêkî heye nêwî xatûn gułezere; qet cwanî wa nîye». qer qasîdêkî nard bo kin xatûn gułezerê. qasîd çû sûřetî xatûn gułezerêy bo hêna. beqerî nîşan da. qer le swêyanî şêt û şeyda bû. qer nardîye kin babî gutî: «bom ’erzî şay bika benokerî xoy qebûłim bika; aşq bekçî ḧemedî paşaẍan bûm; ca keyfî xoyetî». hełî girt lêy nûsî: «ew ’êlî germênîye; řêy nakewê emin binêrme kinî kiçêkim bidatê. bo xoy binêrê xwazbênî bika». qer qaqezêkî bo ḧemedî paşaẍanî nûsî:

«ḧezê dekem be wiłatî sindûsêş řabga, xatûnêkî heye bemnî kerem bika». ḧemedî paşaẍan boy nûsîyewe: «çilon řêk dekewîn? ew xełqî kwêstanê û emin xełqî germênê. kiçî min le kwêstanî beřê naçê û ewîş nayete germênê».

qer gutî: «hełdestim boxom deçim. eger keyfim girtî, dêmewe leşkirî debem bezor lêy destênim. eger keyfim neygirt dêmewe małe xom». ca hełsita bergêkî nokeraney deber kird, řoyî bo nêw ’êlî ḧemedî paşaẍan. xatûn gułezer beser małe řadegeyşit. gutyan: «babim le çî degeřêy» gutî: «le şwanyêkî, le berxewanyêkî degeřêm». çûn bexatûn gułezeryan gut: «kuřêkî cwan le şwanyêy degeřê etoş çi şwanit nîye». eger xatûn gułezer temaşay kird kuře ciḧêłeyekî zor cwan bû. gutî: «kuře! şwanît pê dekirê?» gutî: «bełê

qurban; bab û bapîrim her şwan bû». gutî: «nêwit çîye?» gutî: «dayk û babim nebuwe her behetîwî gewre bûm, pêyan gutûm qer». gutî: «le kwê hatûy?» gutî: «qurban hênd geřawim îsfehanîşim dîwe». gutî: «berxanim lê nadzî?» gutî: «qurban dizî bemin nakirê. kepenk û goçanyan dayê». teslîm şwananyan kird. řojêkî le meřî hatewe. xatûn gułezer boxoy le bin pankêy dana. serbexo pêy gut: «şazade qere! nanî bixo». qer nanî xward û hełsita berxî wergêřa çuwe deştê. be bend be awał şwananî gut:

«babim ḧakim bû le îsfehanê, boxom mîryetîm dekirdewe degeł beglere

çendim le dîwanê řodenîştin mîrzay zêdenûs û sînedeftere

çendim leber destî řadewestan kuře kuřey bekêrd û xencere

çendim le dîwanê hebû pyawî qabîlî mwacb besere

řojê sed tewrzîn bedestî padşay sicdey bexêrêyan dêname bere

derbend be małî dinyaye nebûm; ’ezîzim! demnardewe derbedere

deçûne mwacb wergirtinê, hemû noker serbesere

ḧukmatî sindûsî hemû beçeng emin bû seransere

nawełla kes nebû dengê bika leber padşay qecere

wêsta beserî řût û pêy pêxawis berxî ḧemedî paşaẍan le xiřexřey bałênê deçelênim ewbere

çarem nîye, wêsta debê heta êwarê goçanê biçeqênim, le pêş berxołan řabwestim destewnezere

kepenkî şwananim destoydaye, kiławî çwargoşem lesere

hêşta ewem le dewrî ḧukmatî babim pê xoştire, eger hemû êware û sibḧeynan xatûn gułezer belefzêkî şîrîn dełê: mandû nebî, şazade qere!

babim ḧakim bû le îsfehanê boxom mîryetîm dekird le sindûsî

çendim le dîwanê şil debû mîrzay qabîl û êşk aẍasî

řojê hezar ’erizçîm dehate pay dîwanê, dadî hêndêkyanim degut, ’erzî hêndêkyanim nedepirsî

wêsta berxî ḧemedî paşaẍan le xiřexřey balênê deçelênim leber řûy to be pêy pêxawesî

be zigêkî têr û be duwan birsî

wêsta ew xoşîyem gelêk le dewrî ḧukmatî babim pê xoştire, eger hemû êware û sibḧeynan xatûn gułezerê barîkełe be lefzêkî şîrîn le qerî bê kes û bab depirsî

babim ḧakim bû le îsfehanê emnîşyan tełeb dekird ḧukmim dehatewe sere

tedarekim degirt, bargewbine, çendim řengîn dekirdinewe nokere

ałam hełdekird, şeypûryan dekêşa ewbere ewbere

hemû nokeran çiẍeyan dirus dekird peřyan deda le sere

hêndêkyan bergyan ’ecem bû, hêndêkyan kurdewaryan dekirdewe bere

eger tedarekim bo degirtin, le sanim dedan, lêm dekirdewe nezere

çibkem, wêsta ẍerîbî şaranim, lewanî derbedere

keřkî kurdîm de berdaye kuławî çwargoşem lesere

de were ’ezîzim êsta goçanî kurdîm be misteweye, be kełaşî doman dekem ewber ewbere

eger swar debûm, ałayan le dû řadekêşam, lûzewî swaranim dekewtewe sere

hêndîk deyangut: ewe kuřî padşay êranêye;

hêndêkyanîş deyangut: ewe şazade qecere

eger swar debûm le sindûsî bo îsfehanê biçmewe xizmet padşay bikemewe nezere

eger daxîl be îsfehanê debûm, dû menziłim mabû ferecułlaxanî babî xom deynardewe xebere

post û paketî babim bo dehat, deygut: leserî babit kewê, zêř û eşerefî bibeşêtewe ewber ewbere

eger daxîl be’îsfehanê debûm, top û topxane û serbaz bepîrmewe dehatin deyankirdewe ewber, ewbere

hêndêk deyangut: ewe kuřî padşay sê toqe. hêndêkîş deyangut:

ewe kuřî ferecułla xanî qecere

êsta çibkem berxołey ḧemedî paşaẍan deçelênim ewber ewbere

wêsta destim begoçanî kurdî şil bû, pêm le kełaşî doman hatotedere,

êsta be serî řût û be pêy pêxawis berxî ḧemedî paşaẍan dekem

ewber ewbere

çendim, berhełda kirdûn, nazir û noker û nîzam û eskere

çend bê xudanin mîrza û pyawî de muḧtebere

kwanên ew pyawaney řadewestan destewnezere?

wêsta berxî ḧemedî paşaẍan le xiřexřî balînê deçelênim ewber, ewbere

ew xoşîyem pê gelêk lewan xoştir řadebrê, eger hemû êware û sibḧeynan xatûn gułezer be lefzî şîrîn dełê:

mandû nebî şazade qere

eger le sindûsî wederkewtim bo îsfehanê, dehatne pêşim, wekîl û wezîr û muxtarî de dîwanê

tegbîryan bo dekirdim deyangut: le şay bistêne înşałła řêy guzeranê

pyawêkî zor necîb û aqił, heta dêyewe leser memleketî sindûsî danê

eger ew qisanem debîst tewawe

be aqłî xom pyawêkî zor saḧb kemałim leser memleketî sindûsî dadenawe

wêsta zor xirapim degeł xatûn gułezerê lê qewmawe

ew xoşîyem hêşta lew xoşyane pê xoştire eger hemû sibḧeynan

xatûn gułezer dełê: qerî ẍerîb, ew berxane bênewe wawe

le xom ẍerîb û xane wêranê

sed ’erizçîm bû sibḧeynê hełdestam, dehatmewe dîwanê

ḧidûdî germênîm bûn le êxtexanê

demgut zînyan le piştî ken tacî û tułanim bênne derkî dîwanê

demgut nokeran bang ken, swaran biden le sanê

emin wêsta ew xoşîyem pê xoştire lew xoşîyane eger xatûn gułezer

dełê mandû nebî hemû êware û sibḧeynanê

xułaye ew pyawe çake ke tu lê bî řazî

eger řoj debowe lelayekim debû top û topxane û le î dîkem dengî mûzîk û serbazî

lelay dîkem dił birîndar buwe, xatûn gułezer girtûyetî begazî

eger xuda nexwaste biçmewe ḧukmatî sindûsî dîsan le diłim, debêtewe beşîn û tazî

detirsêm emin êre becê bêłim namusłimanêk bê xatûn gułezerê le ḧemedî paşaẍanî bixiwazî

řojim lê hełat geyşte miḧelî çêşengawê

zeynê xom deda tawłî ḧemedî paşaẍan yekî bejin barîkî kêl gerdin leber xoy dabû çarşêwêkî daray de pêy xoy kirdibû cûte kewşêkî seẍrî

destî deda destêk aftawe û mesîney erzeřomî sebir sebir. nerim nerim dehatewe bo řazî serawê».

ewa dê le qerî bê dayk û bab deka selam û seławê

qer dełê: «’elêk eslam û řeḧmetułlahî xatûnê kêl gerdinê bełek çawê!

tawî lerz û nobetê girtûmî, were bedestî mubarekit bimdeye çořêk awê».

xatûn ke xoy negirt be’înwan û tekebbur destî da camî deçowe serçawey kanî bazne û kirmek û gware û engustêley le destî xoy derhêna, le camî awêy dena dênê le pêş qerî bê dayk û babî dadegrî qer leberî pêyanî heta toqî serî dewê xatûnê defkirî

herçend deka û dekirênê çi ’eybanî lê nagrî

dełê: «qer babit maqûłe ya be bapîrim lê gewretrî?

emin detirsêm şikayetî xułat lê bikem, detirsêm lêm bê be kufrî

eger hênde saḧb ḧîley, bo kepenkî şwanane westoy xot degrî?

eger xot bepyaw dezanî bo nanêrî ledûy serbaz û leşkirî?

eger hênde be’îlmî bo des le ḧukmatî sindûsî hełdegrî?

wa nakey carêkî yekit pê hełxełetê we’estoy xot bigrî

destim şil bû boçî camî awêm lê wernagrî?»

qer dełê: «xatûnê! xuławendî ’alemyan destit de ’emrî girî

le nemamekanî beheştê etom pê çatrî

ewî etû fermût be qerî ẍurbetî pê degrî

tawî lerz û nobetê girtûmî, didanim didanî nagrî

le xoşyan çawî kem bîna buwe camî tû destim nagrî

kes řêy nakewê ’eyb û ’aran le tû bigrî

eger biłêm babim maqûłtire bom debête kufrî

eger biłêm bapîrim gewreye xuła lêm hełnagrî

xatûnê ḧemedî paşaẍan emin mîwanim debê qedirim bigrî

etû xanexwêy debê de ẍerîban bifkirî;

etû necîb zadey kes nabê meqsûd le derkî tû bimrî

nabê xeyałêkî bikeyewe le tîp û qoşen û leşkirî

nałêy eger pyaw dił hîlakî neka naye kepenkî şwanan wexoy girî

pyaw çilon çoł persityê deka, dest le mensebî hełdegrî

karêkî wa bike, eger xuławendî ’alemê lêt hełgirî

were çořêkim awî be dimewe bike, heweł sindûqî serî xot, dumînit î birakanit, deşqemê camî destî tû lêm bibê be şîfa qerî bê dayk û bab le wiłatî ẍurbet bebê kes nemrî».

xatûn gułezer eger bo qerî dêna awe

dûbare le qerî ẍerîbî dekird seławe

deygut: «çunke pêławî ẍerîbyêt wekin emin hênawe

hanê bedestî xom bitdemê awe

nazanim kuřî kêy wat lê qewmawe

were bo xatrî xułay nêwî xot bemin biłê tewawe

leber nenasînê emin hîç ulfetim betû nedawe».

qer dełê: «xatûnê! ’emir û çawim! babim řahberî îsfehanêye lepêş padşay řawestawe

boxom ḧakmî sindûsî bûm wilayetim le xom têk dawe

çendim koşk û talarî ’ezîz û şîrîn lê becê mawe

çendim ḧidûdî bê nîşane le êxtexanan hemûy meḧteln, kes nîye pêyan bikatewe řeşeřawe

êsta noker û tabî’ey min hemû tazyedarin; dełên qerî kuřî fercułla xanî nemawe

xatûn awrî tom tê berbuwe hemû cigerm sûtawe

xatûn emin boyekî mirdûm wêsta bemnetim dedyêy çořêk awe»

şikayetyan le ḧemedî paşaẍan kird, gutyan: «xatûm gułezer aşqî qerî

buwe». ḧemedî paşaẍan, pêy zanî ke qer aşqî xatûn gułezerê buwe gutî: «mesłeḧete xêłî awa bikem bo germênê, kes nezanê»

ca hênay tedarekî girt xêłê berêtewe ewdîwî. sibḧeynê zû xêłî birdewe bo germênê. qer çuwe ser awê destî be giryanê kird.

ḧemedî paşaẍan zanî. le dûy nard gutî: «řołe! were emin dest le tû hełnagirim, herçend dirawit dewê detdemê; mebe nokerî kes, heta sałêkî dî xêł dêtewe, dîsan werewe kine xom bibe şerîkî małî min».

qer dełê:

«le xom bê kes û bê sełaye!

ca min awrêkim girtuwe hîç çarem naye. le tû çilon bistênmewe małî dinyaye

eger îznim bidey emin dêmewe germênî germesêr dekêşmewe cefaye».

ḧemedî paşaẍan dełê: «řołe! ewe nabê nakirê

etû xełqî kwêstanênî bo germênêt berim lêm qibûł nakirê

çendit zêr û zember dedemê, bedił û becan bigeřewe bedwawe

xo min derbend nîm degeł xom debirdî ema mor û qaqezim be dewłetan dawe».

ewê řojêyan çadir gwêstewe bo mubarekî le cêyekî dîkeyan hełdawe.

qer degeye xatûn gułezerê deygut: «xatûnê gyane!

tîrêkit lê dam zor bê dermane

hîc xeberit zanîwe babî min le îsfehanê setî wek babî toy leberdestane

destim le padşayetî hełgirtuwe hatûm leber tû bûm beşwane

wêsta wa babit dełê lêre memêne emin deřom etû becê bimêne lêrekane

eger emin leber xatrî tû nebê denêrim le sindûsî bêtewe serbaz û topxane

bexułay emin abřûy behezar sałim çuwe lenêw ’êlane

yane pakî beqiř dedem, yane tałan dekem ḧemedî paşaẍane

nayełim etû bernewe germên emin bibim bê xudane»

xatûn dełê: «qerî małwêran! eger xot bê xudan kird emnîşt! kirduwe bê sełayê

nebû de řojan de pêş ew qiseda xot aşkira bikirdaye, wêsta çibkeyn çim ledes naye»

qer dełê: «axir emnîş bûm bê sełaye

wêsta çibkeyn çim ledes naye

řêy wiłatî sindûsîm lê bestira degeł î beẍdaye».

xatûn gułezer deřwa le bo kwêstanî de ’ezîm, qerî bê dayk û bab becê demênê le bo xemuxefetî dewê dinyaye

qer dełê: naye çendî gazî gułezerî barîkełe dekem naye

xoy le min kirde kewêkî gerdin řeş, xoy hełdekêşa kêlî de kwêstanê

qerî bê dayk û bab becê ma le bo xem û xefetî dewê dinyaye

herçend kil le çawî ewî kafirbabey dê, le çawî qet kesî naye»

qer dełê: «xatûnê gułezer gyane!

etû deçîyewe germênî germesêr, emin becê demênim lêrekane

emin xemgînim etoş nat bêtewe guzerane

xatûn gułezer! detirsim lebîrim bikey emnîş lêre bibim serewêrane

xatûn gułezer! were. swêndêkit bo bixom be ḧedîs û yekêkit bo bixom be kelamûłlaye

ewe deřoyewe germênî germesêr, emin bo kin hîç benî ademyan le řûm hełnaye

xatûn ’ezîzim! dezanim degeł beẍdayem lê deqewmê şeř û de’waye

xatûn bo xatrî xuła û pêẍemberan pêm meke de’waye

dezanim gêçełim lê deqewmê degeł şarî beẍdaye».

xatûn dełê: «qere etû eger hatye ew wiłatey xot kirde ẍerîbêkî qelendere

’ezîzim wêsta leber emin le mał û ḧałî xot bûy derbedere

ca eger emin biřom, etû kes nîye lêy bikey nezere

emnîş swêndit bo dexom bezatî xułay û bekelamûłlay ekbere

«emin ḧełałî dinyaye le xom ḧeram dekem, hetaweku qer le germênê germesêrim dênêtewe dere»

qer dełê: «naye! emřo dû řoje dengî xatûn gułezerêm le binî gwêyan naye!

xoy lê kirdûm be kewêkî gerdin řeş, xoy hełkêşa kêlî kwêstanê

qerî bê dayk û babî becê hêşt le bo kwêrewerî û xefetî de wê dinyaye

herçend kil le çawî ew kafirbabey dê, qet le çawî kes naye»

eger řaz û gileyîyan lêk debû tewawe,

xatûn bo germênî germesêr deřoyî, qer le wiłatî kwêstanê becê mawe

ḧemedî paşaẍan dełê: «dena řołe qere! dewłet zyad û mał’awa»