leşkirî

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 5 Xulek  957 Dîtin

babî leşkirî dełê:

«diłim řanawestê leber ewan xeman, leber ewan gileyîyan.

řojim lê hełat lelay kêwî adê, şebeqêkî deda binî bênarê, î dîkem we zargelîyan,

belayekmida dê kûlekûlî şwanan, be î dîkemda qeytûlêkî naske bêrîyan

çûře çûře bazîm le binagwêyan xoş dê leser destî de quşçîyan

hełat hełatî şînkê małwêran, řiqey çoẍedarî, naskey de tûłe û tajîyan

deber nazdarêmda heye kirasêkî lewî de qenewzîyan

xiřxałî zêř řanawestin le belekan, dekewne ser şilkey panîyan

dełêm şîrêkî bikiřim be sed quroşî, bîdem le sîng û memkî girawyê xan

suleyman begî qułî began; çend dekem çi mûy lê nabřê, leber duř û yaqût û ferentîyan

bew şîrey zeḧmet dira sîng û memkî wî, dełêm biçim şikayetê bikem le řebî ’alemîyan

êsta ew řoywe, emin becê mawim bo ẍerîbîyan

swêsin û hełałim lê perwerde bûn le kosretî şałebegîyan

kêlî serînêm hełên lêy hełgirin řiste û qelêdey de tajîyan

ḧeyfêk û sê sed muẍabin le bo xan suleymanî qułî began. eger bê ḧał debû be pyałey jehremarî le kołanî de řomîyan

hîç kes lew řo beder be řomîyan neka mitmanê

benokerî xoyan ẍeyanin xuła dezanê

boçyan dexwênyewe ke řojî qoşen dête meydanê?

suleyman begî qułî began ke zirêy deber dekird, qitławî le xoy deda,

destî deda zergî, be jehremarî xizmetî dekird be dîwanê

řomî! ya xuła çawu kwêr bê, lecyatî qawey jehryan danê

řomî zor biłḧin, merd çakan debiřn le meydanê

debê sułtan bew karey nezanê».

leşkirî dełê: «eger nemirim, bijîm, bimênim

xwênî xan suleyman begî xom emin destênim

be’îznî xułay inşałła, sed înşałłay lesere».

řołe! suleyman beg etû dîwte, eger leşkir û qoşenit dekird ewber ewbere

şaş û peřî têltawsî dena lesere

sułtanî estembûłê deyfermû hîç kes nyetî ew nokere

řołe! lecyatî qawey le fîncanî jehrêt kird nezere

řołe! ewa xanim û xatûn degrîn ewber ewbere

řołe, hêndêkî mil bekwêne, hêndêkîş xak besere,

řołe! diłim naye hîç kwêt lê bikem begořxane û bemuẍbere

řołe! heta besułtanî estembûłê nedem ew xebere

řołe! cerg û diłim sûta, lêm xira buwe hemû cigere

řołe! biłḧeřomî zor bê xîretin, le bextî min hejarî

ne bepyadey degemê ne beswarî

ḧeyf û sê sed meẍabin le bo xan suleyman begî qułî began bêhoşyan

dekird be pyałey jehrî wek jehrî marî

řołe! be guley ’irûs û îngilîsî birîndarî

řołe! biçim eresû û luqmanî bênim beyekcarî

birînanit derman biken řizgarit biken le zemanî

swarî espî xot bibyewe, dełên: temaşay biken le ’areb swarî

řołe! şeřî dewłetîye ewa hatote serit postey xundikarî

debê biçye dîwanê xizmet sułtanî, mûçe û mwacbî xot wergirî be yekcarî

swar bibî înşałła bibye serkirde, ałay sułtanî wergirî, gewrey qoşenî bî be’îxtyarî

řołe! etû bo ser hełnayenî le bo leşkirî, xwênit le dem û simêłan debarî?

řołe! diłim řanawestê leber ewan xeman leber ewan gileyîyan

řołe! řêm nebû řabbirim le bo kwêstanî hełednîyan

řołe! lêre řonîşim, ya biçme memleketî hîndîyan

řołe! řêm nebû řabirim leber seyaḧ û qasîdî hemû dewłetan, dwamîn leber

serbaz û tifengiçîyan

diłim bexeme, gelêk bexeyałe

awrim de bedenê berbuwe, ẍurzeme, lê hełgirtûm, kemałe».

ewa mîwanî dewłetîm hatûn leşkirî dełê: «daxuła! xan suleyman begî

qułî begyan le małe?

le bot be qopenî bîzaye hełbiłêm, dehate derê, ẍurzem beẍurzem mał bemałe

le bot bekełebabî sipî hełbiłêm le derbendî bazyan çiẍey xom lê neka be gopałe

le bot be sî kwêre hełbiłêm leser şet û beḧranim lê neka be gałegałe

řołe! degeł tome boç wa bê fîkirî?

çawan hełnayenî le babî xot bifkirî

boç hełnastî ciłewî ew mîwanane bigrî?

detirsim bay şemał bê, cêy xan û mîr û sułtan le min bigrî

xan suleyman begî qułî began bê bo xoy be swarey, be sipa û leşkirî

le şînkê małwêran řistey xoy řakêşê bikewête dûy biłê: ha bîgrî negrî

ḧeyfêk û sê sed muẍabin bo xan suleyman begî qułî began be pyałêkî

jehrî û jehremarî le kołanî řomîyan xecłî

ḧeyfêk û sê sed muẍabin bo neřêkî wek xan suleyman begî qułî began

eger bê ḧał debû be pyałêkî jehremarî le kołanî de řomîyan»