beytî zembîl firoş

Li pirtûka:
Die mundart der Mukri-Kurden
Berhema:
Oskar Man (1867-1917)
 14 Xulek  2091 Dîtin

zembîl firoş padşa bû. řojêkî swar bû, çuwe řawê. leser qebran ẍełebeyek bû, pirsî: «ewe çîye?» gutyan: «pyawêk mirduwe» padşa gutî: «debê emin biçim, bizanim, qebir çilone». hełsita hate ser qebran. pyawêkyan hêna de qebryan na, berdyan pê řayeł kird, quřyan dada, giłyan pêda kird. padşa gutî: «ewe ře’yete mela, cêy emnîş herwa debê?» mela gutî: «ewe ře’yete, xercê deda, bêgarê deka, cêy wî le cêy tû xoştire, beşkem etû fiřê den, neyełn lêre bimênî». gutî: «axir emnîş demirim?» mela gutî: «etû daykit mawe, babit mawe? axir etûş her demrî». gutî «mela eger emin mirdim, lêfêk, doşekêkim bo řanaxen?» gutî: «newełła hîçit bo řanaxen». gutî «biła biřoynewe, cařî řakêşin, emin îdî padşayetî nakem». hatnewe małê, dabezî, gutî: «babe, kes pêm nełê padşa». jinî xoy bang kirde derê, gutî: «emin ew padşayetîm nawê, mirdinî le duwe, etoş keyfî xote emin xuła ḧafîz». jineke gutî: «babim le babit maqûłtir nîye etû des le padşayetî hełbigrî, emin des le xanmetî hełnagirim? her cêyekî etû biřoy emnîş dêm».

le şarî wederkewt; jinekeşî wedûy kewt. bepêyan řoyn geyne gawanî. gawan le nêw gařanê bû. padşa gutî: «gawan bequrbanit bim were cilan bigořînewe». ser û bergyan pêkewe gořîyewe. řoyî; xanim ředûy kewt. temaşayan kird. jinêkî kwêrî feqîr beřêyeda deřoyî xanim gutî: «were ser û bergan pêkewe bigořînewe». cilyan gořîyewe. herdû řût û řecał řoyn. heta geyştine şarêkî. çûne małêkî; saḧb mał gutî: «babim cûtî dezanî?» gutî: «bełê dezanim». girtyan benoker. sibḧeynê zû cûtêkyan ga daye, gutyan: «biřo cûtî bike». gutî «bexułay cûtîm kem kirduwe, bom lê bixuřn ta fêr debim». biřêkî cût kird hatewe, destî da bêł û sewetey xerîkî peyn řiştinê bû, sibḧeynê çowe cûtî kird heta êwarê. hatewe besaḧb małî gut: «xuła hełnagrê natwanim bekeyfî saḧbî bikem» ewîşî becê hêşt û çuwe şarêkî dî. destî be zembîlkirdinê kird.

řojê deçû kułoşî xiř dekirdewe; deyhêna deykird bezembîle le bazařî deyfirot. temaşay kird ew kułoşe gařan û meř le perêzan deyxon; gutî «xuła hełnagrê emin řozîy ew bestezmanane bibiřim». ew kareşî nekird, ço şarêkî dî lew şarî şewê de xewêy hat. sibḧeynê hełsita çuwe ser deryaye de nêweřastî ew deryayey cizîrêk bû. mêşeyekî lê bû gutî: «xułaye! ewe kes neyçeqanduwe; çibkem leber deryaye řêm nîye biçim biřêkî bênim bo xom bîkeme zembîl». ewê řojê zor be’aczî hatewe. şewê de xewêda pêyan gut: «sibḧeynê biřo lew mêşeyda bo xot karê bike».

zû hełsita çuwe ser deryaye. bê paye le deryayey da, hîç pêy teř nebû.

hate şarî destî be zembîlî xoy kird.

xatûnî padşay şewê zembîl firoş de xewê dî aşq le wî bû.

ḧeq! dił were carêk becoş

camê ce eşqe mey binoş

kîn qezyetî zembîl firoş

fesîḧ bikem ḧîkayetê

dest de kursî sena’etê

dest le kursî û fermanê ḧeq bû

aşq belîqa û şewq bû

sen’etî zembîl lekin bû

ew pê bidrê kîfayetê

ew lawêkî taze řwał

terkî kird şahî û genc û mał

le tirsî mewt, mał kird betał

xoy meşẍûł kird be ta’etê

ew lawêkî î sade bû

herdem leser řêy cade bû

be’esił padşazade bû

daym le zîkir û ta’etê

kwa yaqûbî saḧb kemał?

’îbadet kird heştê û dû sał

le tirsî mewt, mał kird betał

xoy meşẍûł kird beta’etê

sałê derî dwazdey mudam

sen’etê wîm wî xas û ’am

řojyê dekird zembîl temam

deybirde şar bo qîmetê

çî řojêkî law zembîl debest

deybirde bajêřî beqest

nî’metî şewî pê kewte dest

law qanî’e beqîsmetê

çî řojêkî lawa zembîlan dênê

xatûn le burcan řademênê

bedił û becan deyḧebênî

law kewte pê muḧebetê

ew carîyey xewfî xudêne

dên beḧîle belaw dełêne:

«law! mîr le toy zembîl dewêne,

ew beçakîyet bang ketê».

law bew qisey bû xoşḧałe

řûy kirde mał, çote ḧałe

hełî girt zembîl çî bû

řûy kirde dîwanî mîran

yek ledway wî hat bexward:

«law! mîr le toy metłeb dîdarda

boxot were, bike qîmetê».

law, bewê fêłey nezanî

bê tirs û xof çû bo xanî

derbey da çeng derkewanî

qaym kira lay de ḧişetê

law nořî derbe nemawe

lêy teẍîr bû řeng û bawe:

«ta bimdatê zeḧmetê»

law bang deka: «mîrî kubare!

etû beminit heye çi kare?

ta pêk byenim ḧacetê».

xatûn dełê: «lawî feqîre,

pîr û aqil û hoş û jîre!

ḧazir nîn lêre çi mîre

bot hat bazî dewłetê».

law dełê: «xatûnê mumtaze!

lêre ta şam û ḧîcaze

namewê dewłet û baze

min nîm le gwên xeyanetê»

xatûn dełê: «lawî şilêwe!

were nêw rîḧan û sêwe

şeker bimlêse belêwe

ta řojî sibḧeyyetê».

xatûn dełê: «lawî řwałe!

were nêw doşek û pałe

têk werde ew zulf û xałe

dûre řojî axretê»

law dełê: «xatûnê! zulf û xałî tûm ḧerîrî

qabîl bexot bebejnî mîrî

ḧed nîye řeng min feqîrî

ew nakirê destyan datê».

xatûn dełê: «peste û çoẍełet deber dekem

bo zêřî sûrit řo dekem

pak gyanit kesk û sûr dekem

detkem beçerxî dawetê».

law dełê xatûnê: «peste û çoẍełey xom çatirin

leş gunahbarî pê weşirin

le bo řojî mesłeḧetê».

xatûn dełê: «dena law weha nabî

eger fîl bî, ebrehe bî

le çenganim xelas nabî

nayey ser pêy mesłeḧetê».

xatûn dełê: «law meke çi qise û çi dengan

biçye nêw ḧewt beḧrî nehengan

xelas nabî be çi řengan

nayeyêy serpêy mesłeḧetê».

law dełê: «xatûnê be erkan û tore

mesłeḧet nakirê bezore

êware dabê engore

têy debînîn mesłeḧetê».

xatûn bew qisey dił bû ẍetî

xoş hełsita, zû pê kenî

dełê: «law! wat dênme ser hîdayetê».

law way kird xilas le dawê

encetî kird bepêşawê

biçê le bałexanan xoy bawê

beşqem xilas bê le dawê

xatûn xuřye caryey benadrî:

«mesîney awê hełgirî

bîbe bo cêy law têwe dê».

law hawar deka şêx û melê:

mûsa le nêw beḧrî ’emîq

bo wît kirde dwazde terîq

fîr’onî têda kird ẍerîq

ew bo cezay şîrketê

penham be tû şahî kebîr

yûsif tuflêk bû şêt û jîr

biran birdyan awîtyane bîr

birdit le mîsrêt kirde mîr

nêzîkit kird le řeḧmetê

bizane çyan kird qewmî kufar

mencenîqyan awîte xwar

îbrahîmyan nabû de nar

bê beş nebû le řeḧmetê

hûdî lenêw beḧrî dełan

çil sałîşt ew dexełand

fetaḧî babî řeḧmetê

adem genmî xward, kirdî gunah

tobet qibûł kird, řebena

her toy babî sełtenetê

zekeryayan be muşaran biřî

eyûb leser kirman diřî

kwanê ’îsay řoşen çerax?

xwêndî încîlî xoş demax

kê bû lekin xułay gustax?

mûsa binî ’îmran neman

kwa ebubekirî sidîqî musteman?

kwa ’usmanî binî ’efan?

ew camî’ey des bequr’an?

penham be tû şahî cebar

zembîl firoş neyma îxtyar»

destî girt xoy fiřê da xwar

cubraylî çust û teyar

xoş le asmanê hatexwar

zembîl firoşî girt bezar

dełê: «’umirim! nekêşê zeḧmetê

penham betû saḧb sicûd

elḧemdulla ya wedûd

derçûm lewê zelaletê

penham be tû layezanî

wasîtey gyandar û bê gyanî

pêm hîc nîye dinyay fanî

bê beş nebûm le řeḧmetê

penham betû tû nadrî

hem kerîmî hem qadrî

çî tû neykujî namrî

beşim kewtote firsetê

şukirim betû, padşay cebar

xelas dekey ’ebdî hejar

hîç kes natbînê perwerdigar

dinya bo kes nîye baqî dar

çon kewtime barî firsetê».

xatûnî mîrî gutî: «law bo nehate xwar?» ço serbanî temaşay kird zembîl firoş degeł qerewaşê nîye. pirsî: «çî lê hat?» gutî: «xatûn! leserřa xoy hawîşte kûçey». xatûn gutî: «ca min çibkem?» ẍemî weme carêkî dî çawim pê nakewê». řwanî bekûçeyda hełdehat. eger temaşay kird zembîl firoş çû de xanuwêkewe, xatûnî mîrî nîşaney kird. jinî zembîl firoş gutî: «ha ’emrekem boçî wa bizřikawî? edî nanit bo nehênawe?» gutî: «emřo zembîlem birdine małî mîrî. birdyane jûrê, ḧeqyan bo nehênam; emnîş hatmewe. jinekey gutî: «dena zorim birsîye». zembîl firoş gutî: «bexułay çî tû netdîbê emnîş nemxiwarduwe». be jinekey gut «etû biço bo ḧeqî zembîlan eger dayanyey bênye. eger neyandayey werewe şukirî xułay dekeyn».

jinî zembîl firoşî çû gutî: «kwêxa derk! ’erzî xatûnî bike ḧeqî zembîlekanim bidatê çiman nîye bixoyn». kwêxa derk çû ’erzî xatûnêy kird. xatûn: «bîhêne jûrê ḧeqî bidemê». derkewan hênaye jûrê. xatûn ke çawî pê kewt le pilekanan bepîryewe hat, maçî kird gutî: «beşqî xułay were! neqłî xot û zembîl firoşî bike». gutî: «xatûn nêwî xułat hêna cergit biřîm. carê ḧeqî zembîlanim bideye, zewadman nexwarduwe; ca le dûm binêrewe neqiłit bo degêřmewe». destî jinî zembîl firoşî girt; birdye gencixaney çarşêwî řaxist boy piř kird. herçî kirdî çarşêwekey bo hełnegîra. koşî pê girtewe, boy piřkird heta pêy hełgîra. řoyî çowe małê. zembîl firoş pêy pê kenî: gutî: «bo ’emirim! emin natwanim ewane le dim çoman

bênim? jin boye naçîzen, etû ew pûłet boç hêna? řoy ke ’erzî. bizanim». eger řoy kird pakî bû bemar û dûpişk û kîseł, benêw małêda biławbûn; ḧeqî zembîlan nîm penabat kewte ’erzî. gutî: «’emirim! ewane detwanî beryewe, heta etû dêyewe emnîş deçim nanî dekiřim, dêmewe».

jineke gutî: «detirsêm pêmewe den». gutî: «na! metirse zereryan nabê bot». hełî girt pêyda nardewe. boxoşî hełsita çowe bazařî nanî kiřî; penîrî kiřî. zorî birsî bû, temay bû nanî bixiwa, gutî: xuła lêm hełnagrê ew jine çaw le destî mine».

hatewe małê.

jinî zembîl firoşî zêřekanî birdewe. xatûn gutî: «ewe kem bû, boyet hênawe?» gutî: «qurban! boçî mêrdî min natwanê le byaban ewane bênêtewe?» řoj hatbuwe awabûnê. xatûn gutî: were neqłî xotman bo bigêřewe, ba min emşew le cyatî tû biçme pał zembîl firoş». jinî zembîl firoş hemû řêwşiwênî zembîl firoşî pê gut. xatûn xoy řût kirdewe. cilî xoy da bejnî zembîl firoş. jinî zembîl firoş cilî wî deber nekird. xatûn cilî wî deber kird. çû bo małê zembîl firoş. eger wejûr kewt zembîl firoş gutî: ’emrekem boçî wa direng hatyewe? gutî: «xatûn řay girtibûm. neydeyeşt bêmewe». gutî were nanî bixoyn. xatûn le xoşîyan nanî pê nedexura gutî: «zû cêm bo ça bike denûm». pêkewe çûn decêwe. eger hatin řakşan xatûn baskêkî bo kirde serîn ewî dîkeş de estoy kird xatûn. zembîl, firoşî maç kird. zembîl firoş gutî: «daxuła le kengêwe keyfî lêye boye emřo ew nisîbetim beser hat». zembîl firoş laqî hełêna xatûn le fikirî nebû xiřxałî zêř le pêy derênê; destî wê kewt gutî: «xanem xirap ewe jinî minyan swên dawe xoy lê gořîwim». laqî dana û hełsita wederkewt. xatûn çû bîgrê; hełat. xatûn řêy kewt deygut: «înşałla le kûçey deygirim». zembîl firoş deygut: «înşałla emnîş lew kûçey lêy win debim». heta beyanî řêy kewt boy negîra. zembîl firoş awřî dawe, her le dûy bû. milî le çołî na. şarî becê yeşt le çenganî herasan bû. de ’erzî řaxuřî, ’erz qełşawe ço têwe. xatûnî mîrî geyîye leser ’erzî ẍułamaney tund girt. her çend hawarî kird berî neda gutî: «wełlah neye derê, qisanim degeł nekey, berit nadem». zembîl firoş dełê:

«xatûn gyane!

eger qayl bû hewê sarane

deçim ewîş dênme êrekane»

kê bû le zembîl firoşî gułbawe

eger çû negeřawe bedwawe

lew şareş çû bewlawe

xatûn lewê becê mawe

řoj bo nîweřoy wergeřawe

xatûn gutî: «çim lê qewmawe

boç qasîdêk nehat wawe?

xułaye le xom ser betałê!

înca çilon bigemewe małê?»

kê bû le zembîl firoşî xurd

řûy le şarêkî dîke kird

ḧewt sałî dî kasbîy kird

xwa way kird jinekey mird

ḧewt sałan tazyey dagirt

řûy de şarêkî dîke kird

sê sałî zembîl firoşîy kird

xatûn qełay dirus kird

sûretî hersêkanî dirus kird

xatûnî zor xamoşî

sûretêkî xoy dirus kird, yekî jinî yekî zembîl firoşî

eger ew sûretey dirus kird

emîndar cêbecê zembîl firoşî girt

mizgênîyan bo xatûnî debird

xatûn çiraẍanî dekird:

«ûەڵڵاە le diłim hełgîra ẍem!

ca xeberê bepadşay bidem

ew care ke mêrdî dekem».

qaqezêkî le biray nûsî; gutî: «qayl bî mêrdî dekem. naqayl bê mêrdî her dekem». padşa qaqezekey maç kird. xwêndyewe, gutî: «le min dewłet beşarete eger mêrdî bika». padşa gutî: «ḧez dekem ewey ew mêrdî pê deka bizanim kêye?» xatûn gutî: «eger defermuwê deynêrme xizmetî». xatûn gutî: «heste biço seławê bike te’zîmê meke». ke zembîl firoş hełsita çû seławî le dîwanê kird. padşa gutî: «ew feqîre kêye, şitêkî bidenê biřwa». gutyan: «qurban! ewey xuşkî toy dewê, eweye». gutî: «babim xuşkî min mêrdî be tû deka?» gutî: «bełê eger xuła bida». padşa řiqî hełsita. ewî le dîwanê bûn kes qisey pê nekira; padşa gutî: «xuşkî bikujim ya ewey bikujim?» gutyan: «qurban! hîçyan mekuje. derkî xot bexwên meke. ew sał dwazde sałe, ew baẍe hejdîhayêkî têdaye; herçî biçête ew baẍey hejdîha deyxiwa. ewî binêre bixurê». pyawêkyan degeł nard, hejdîha bîxwa. kabra gutî: «çunke xatûnî padşay etûy dewê, etûy narduwe hejdîha bitxiwa. emin nawêrim bêm». gutî: «babim etû řaweste». zembîl firoş řoyî. ew hejdîhaye bû bepyawe û bepîr zembîl firoş hat. gutî: «ya řebî zor şukir! ewe xot û baẍî xot ewe řoym». kabrake mizgênîy birdewe bo padşay gutî: «ewane musłimanin». padşa hełsita boxoy řoyî. xełqî ew şarey pêyan musułman bûn. qołî zembîl firoşî girt birdye dîwanê. qaqezêkî bo xuşkî nard. gutî: «lemnî kewê bo mêrdî bo xoy dîtotewe. îzin bida marey bikem». gutî: «ḧaşa! mêrdî pê nakem». zembîl firoş gutî: «qurban! wêsta ke mêrdîm pê naka etû ew baẍet bemin kerem fermuwe fe’lem bideye bo xom deçim xanuwêkî lê dirus dekem». dengî fe’lanyan bo da her kes bexêrî xoy çû. ewê řojê qełayan bo dirus kird çû têwê serî birde ser secdey gutî: «ya řebî emin û xatûnê bênyewe ser ḧedî çarde sałey». cêbecê hatnewe ser ḧiddî çarde sałe. xatûn ewcar xoy lê mare kird. pêkewe danîştin.

destêk guł benadrî

saḧbî ałmanî nemrî

ewe fermayşî řeḧman bekirî