çonyetî řaburdûy şarî silêmanî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  494 Dîtin
ewa men’î le cerde û diz kira şarî silêmanîCih
ledest «bařeş» çi tedbîrê eken me’mûrî ’usmanî
beher new’ê hebû seddê kira bo bařeş û tozî
le taw quř çî eken? ker qût eda bazař û kołanî
be şose û wişkesî, ême ewa çarî quřîşman kird
’îlacê çon eken? bo komełî kêçî beharanî
be tenzîfat û tertîbatî xaneş kêç ewa kem bû
meḧebbet çon exrête diłî esnaf û şêxanî