bo nacî begî hurimzî

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  632 Dîtin
«qal alutin al’aciz lî eyn ’ilacî?Erebî»
«qilit lih: bişrak liqid ca’ik nacîErebî»
em care be kurdî witî: ew zate biłinde
te’rîfî tewawî bike bom çone mîzacî?
pêm wit şeřef û fezłî legeł ’îlmî tewawe
wek lîrey îngilîze le her cêge řewacî
feyz û şerefî ke’bet ebê to le nezerda
ewladî eto dewret eden herwekû ḧacî
mecmû’î lîwake, heł eka řayetî îqbał
emca le penay me’deletî ḧezretî «nacîKes»