çonyetî řaburdûy şarî silêmanî

From the Book:
Dîwanî Zêwer
By:
Zewar (1875-1948)
 1 minutes  601 views
ewa men’î le cerde û diz kira şarî silêmanîLocation
ledest «bařeş» çi tedbîrê eken me’mûrî ’usmanî
beher new’ê hebû seddê kira bo bařeş û tozî
le taw quř çî eken? ker qût eda bazař û kołanî
be şose û wişkesî, ême ewa çarî quřîşman kird
’îlacê çon eken? bo komełî kêçî beharanî
be tenzîfat û tertîbatî xaneş kêç ewa kem bû
meḧebbet çon exrête diłî esnaf û şêxanî