le sitayşî bax

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  472 Dîtin
çi gułzar û çi baxêke? çi řengîn û çi nexşîne?
beharistanî kîşmîr û nîgaristanî maçîne
gułî «şestipeř», gułî «wucrî», gułî «lawlawî» xunkarî
yekê zerd û yekê sûr û yekê ał û yekê şîne
be enwa’î ’eca’îb xoy numayan kird leberçawim
ke sef sef guł leser guł çîn leser çîne
meger hîcranî yarî dîwe řîḧaney sya poşe
weyaxo ’eksî řengî perçemî meftûł û muşkîne
leser yek pê gułî «sosen» ełêy xoy saqyêy baxe
be cîlwe întîzarî emrî şahî piř le temkîne
ewend sułtan û şahenşahî saḧîb řayîḧey tyaye
’ebîr bêzar eken lêre wekû min mîsk û mîskîne
le bergî guł temaşake be mîslî sundus enwênê
bełê ẍîlmanî fîrdewse gułî bem řeng û ayîne
heta çaw biř eka lale ’ebasî esfer û sûre
heta dîqqet ekey lawlawî wek nîlofeřî şîne
be şêwey çawî mexmûrî gułî lawlawekey meste
be řengî çîhreyî zerdim gułî şest peř çi şîrîne
ełêy şubbakî ewladî ḧuseyne řengî perjînî
kewa serta bepa sewze nimûney deştekey çîne
biłên bew meh cebîney lale řuxsare: ewîş babê
heta xełqî biłên: em cêge cem’î ماە û perwîne
biłên: bew zahîdî xełwetnişînî ẍafłî ’eşqe
ke bê lem cêge sakin bê eger ew talîbî dîne
dexîłim saqî emřo bê meyî wek lêwî xut bêne
diłit ’aciz nebê cêy ’uşrete nek ’usřet û qîne
dexîl ey badî şebgîrî le her cê tûşî bulbul bûy
biłê: «zêwerNasnava edebî» betenha mayewe meşẍûłî nałîne