naxûnî cewrî felek

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  571 Dîtin
naxûnî cewrî felek, destî cefayî řojgar
daydiřî nageh girîbanî hemû ehlî wîqar
xencerî xûnřîzî dewran cergî îslamî biřî
tîẍî destî mûsłî bû kafrî kird şermesar
řojî tuẍyanî weladen kewte yadî ehlî dîn
waqî’ey qetlî ḧuseyn û facî’ey řojî şumar
ẍem wekû tofanî nuḧKes afaqî yek ser girteber
keştîy ’edil û syaset kwa tya bigrîn qerar
xwênî alî «mustefaKes» seḧray gułgûn kirdewe
dařûxa qesrî miruwet, gum bû mayey îftîxar
neslî kak eḧmed şehîdî destî mel’ûnan ebê
matî kirdim em xeme nemma qerar û îxtyar
kewtime seḧray bê hoşî, le ’alem bê xeber
hate ber dîdey xeyałim sûretêkî nazdar
tê fikirîm xwênîn kefen, şîrîn suxen, zar û ze’îf
pêy witim zor ’aciz û meḧzûnim û xatir fugar
her kesê bo ḧezretî şêx mersyey dana be dił
boçî min bê beş eken ey şa’îrî şuhret şî’ar
to bexwênî dił binûse eḧmede naḧeq şehîd
namrad û newcewan û newgułî alî kîbar
qatîlî ced kûfeyî bû, qatîlî min mûsłî
qatîlî ew bû yezîd, hîy min yezîdî nabekar
kûfeyî wek ehlî mekke wan le nîsbet mûsła
řebbî wêran bê be badî fîtne û tezwîrî nar
mîlletî wa tûşî zîllet bê le dinya û axîret
bû be deştî kerbela «bab alsiraErebî» bo întîḧar
mel’enet kar û şeyatîn xesłet û îblîs xû
kafir û cû meşrebin, bê mezhebin hem nabekar
’ûmerîy wek xwênî ’umeryan send le’ewladî ’elî
dek xecałet bin le meḧşerda le xizmet kirdigar
min ’elî ekber řefîqim bê çi bakim kuştine
îrse bo ême şehadet ’îzzetêke xaksar
ẍem mexon bom şêx heta tenha nebê lem ẍurbete
min le xizmetya ebim xizmet ekem leyl û nehar
zêwerNasnava edebîa xom day enêm te’rîxî řast û mu’teber
«ẍîr ḧiq buHisaba Ebcedê: 1326» sałî qetilim bînûse bo yadgar