temaşa û dîqqetim lê kird ekem teḧsînî efkarit

Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 1 Xulek  498 Dîtin
em «tiqrîz»e bo xwalêxoşbû mamosta «mela se’îd efendî kabanKes» witrawe bo destixoşî lêkirdin beboney le çapdan û dananî yekem qewa’îdî zimanî kurdî.
temaşa û dîqqetim lê kird ekem teḧsînî efkarit
mubarek bê le mîllet ey řefîqim taze asarit
ḧeqîqet baẍebanît kird le serf û neḧwî kurdîda
hemû ehlî huner teqdîr eken asarî nazdarit
le te’rîxî hezar û sêsed û sî û heştî hîcrîda
meta’î qa’îdey kurdît nîşan da bo xirîdarit