dû ḧesen îbnî ’elî şuhretyan taqafe

bo xidmetî mîrî řewşen zemîr me’elî beg zade ḧesen fehmî beg teqdîm
Li pirtûka:
Dîwanî Zêwer
Berhema:
Zêwer (1875-1948)
 2 Xulek  708 Dîtin
le paş ’erzî îḧtîram, ẍyabaًErebî îxlasî cenabtanim buwe, çunke made û şewket û çîşmetî ecdadî tom dîwe û me’nî asarî xeyrîyey bapîrişt le se’dîye dîqqetim kirduwe. ewqaf û mizgewt û xeyratî da’îmî merḧûmî paşa numayane. zor xoşḧałim ke zanîwme lew gułzare gułî wicûdî êwe baqî û serdare. «bina’ً’ilîhErebî» le eserî xerafat laberî xom bo yadgar nusxeyekim teqdîm kird ezanim ke cenabtan têgeyştûy pêgeyştûn û çend şî’rîşim kirde řefîqî kebaynî ḧeqîqetim kirduwe, bo êwe qetre bederyaye wekû le axrî şî’rekan gutûme le sed newed û noy nuqsane. em řicay xusûsîyem le xizmetda ewendeye ne ’erîzekem be’erîzey teleb binase û ne kitêbeke le zîmnî hîç metlebêka teqdîm kirawe û be umêdî hîç ca’îze û mukafat nenêrrawe. řica ekem ke ewîş her be meḧebbet û yadgarî qubûłî bifermûn. bêxud ke teşrîfî le xidmetdaye ezanê û şarezaye ta ’umirim geyştuwete em weqte şî’ir firoşîm nekirduwe û êweş her way bizanin begim.
muxlîstan
zêwerNasnava edebî 10 / 12 / 946
dû ḧesen îbnî ’elî şuhretyan taqafe
«haşmî alinisbKesErebî» ewwel, ewî axir cafe
ceddî ew danerî eḧkam û şerî’et bû hemû
ceddî em tabî’î ayat û ḧedîsî ew bû
ew îmamî duwemîn bû, be şeřef bû be meqam
wa emîş nawî ewî girtewe, neykirduwe ḧeram
nawî begzadey caf takû le meydana bê
basî sasanî lenaw goşey nîsyana bê
em le samanîyekan kem nîye tebi’ û hunerî
fexre bo mîlletî, bo ’eşretî se’î û semerî
newed û noy keme em medḧe le sed bo êwe
carê bam hênde bê, her basî cinoke û xêwe