birûskey sirûdêkî zamdar
Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
1 Xulek
1100 Dîtin
1
le gerûtana řeşebay sileymanîCihnleser singitan taşeberdî
agirî daẍîn.
leçawtana,
şaławî babeguřguřîn.
le diłtana,
sehołbendanî sabłaxCihyin.
lêtan, lêtan nabînewe
wek çon heło le nêçîrî nabêtewe.
wek toř
çon le masî nabêtewe.
wek agir çon:
le ka û pûşû nabêtewe
kaweKes, le çarenûsî ejdehakKes
goř, le mirdû
lafaw le hêzî řamałîn,
serkewtinman, le hendirên nabêtewe
lêtan, lêtan nabînewe.
2
cê nahêłîncirîwey ałî estêrey zamekanman, cê nahêłîn.
pencerey jûrî giryawî małekanman, cê nahêłîn.
kewî, dengiman
befrî – řengiman - cê nahêłîn
wek çaw, bînîn
wek řeg, zemîn
wek kat, se’at
wek haje, çem
wek ziman, dem cê nahêłn
êmeş xakî siksûtawman
pîtî daxkirawî nawman
cê nahêłîn!
cê nahêłîn!
cê nahêłîn!