birûskey sirûdêkî zamdar

From the Book:
Min tînwêtîm be gir eşkê
By:
Sherko Bekas (1940-2013)
 1 minutes  759 views
1
le gerûtana řeşebay sileymanîLocationn
leser singitan taşeberdî
agirî daẍîn.
leçawtana,
şaławî babeguřguřîn.
le diłtana,
sehołbendanî sabłaxLocationyin.
lêtan, lêtan nabînewe
wek çon heło le nêçîrî nabêtewe.
wek toř
çon le masî nabêtewe.
wek agir çon:
le ka û pûşû nabêtewe
kawePerson, le çarenûsî ejdehakPerson
goř, le mirdû
lafaw le hêzî řamałîn,
serkewtinman, le hendirên nabêtewe
lêtan, lêtan nabînewe.
2
cê nahêłîn
cirîwey ałî estêrey zamekanman, cê nahêłîn.
pencerey jûrî giryawî małekanman, cê nahêłîn.
kewî, dengiman
befrî – řengiman - cê nahêłîn
wek çaw, bînîn
wek řeg, zemîn
wek kat, se’at
wek haje, çem
wek ziman, dem cê nahêłn
êmeş xakî siksûtawman
pîtî daxkirawî nawman
cê nahêłîn!
cê nahêłîn!
cê nahêłîn!