bibûrin

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  630 Dîtin
kîjołekan!
leber awêney dîwanî em carema, şaney şî’irim
zerdepeř û şewî qijtan danahênê.
demî wişem, le cogey řûnî gerdintan naxwatewe.
pencey xamem
pencerey pişt û kemertan nakatewe.
qopçey dergay suxmekantan, natrazênê
destî çawim
kerwêşkî sirkî memkitan, řanahênê
pepûley çirpey serlêwî bał lerzîwim
bo ser şûłî tezûy sûrî maçekantan,
hełnafřêt
kizebay dengî asmanî bê sirwetim
hewrî leşî arezûtan nabarênê!
şîrînekan, bibûrin lêm em careyan:
ne milwanke û ne mustîle û ne gułestêrey ser singitan
dest nakewê
em careyan kîjołekan!
le «şeqamî xwên» û «awêney agirda»
çawtan be xotan ekewê