le awêney dirizbirdûda

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  580 Dîtin
1
le awêney dirizbirdûy werzekanî em şareda
demuçawî hełewgeřaw
demuçawî jêr sêberî darî ziřî bêreng û aw
demuçawî – ser pê nemaw -
ziman le piřîşkî xwênî minî sûtaw
der’ekêşin
ziman, eken be kerete
ta pêławî berazekey ḧuzeyranî pê hełkêşin.
2
le awêney dirizbirdûy çawekanma
le ximxorkî janî mêjûy dêřekanma
gełay pîte werîwekan, exzêne:
naw kêlanî xencerî jengigirtûmewe
ew xencerey – nawkî ‌‌ - ledaykibûnî bo biřîm
ew xencerey xwênî kiřîm!
3
le awêney dirizbirdûy, řojekanî:
wiłatî keřewałema
le serdemî çaxî kwêrî
piřçizûy şare zerdewałema
le ferhengî řûtuqûtî ber diłopey em carema:
ebînim coge berewjûr geřayewe.
befir le çiley zistan û sermada bû ke twayewe
ebînim nan dway pêwedan
ebêtewe be hewîrî jêrpêy şêlan!
ebînim xwên dway hełgîrsan
ebêtewe be dûkełî jêr mencełî newsinekan!
4
em careyan le dirzekanî awêney bîrmanewe
şagirdekanî – xelîfey - xwalêxoşbû
be haywihû.
bedem wîrdî desniwêjewe, hatne derê
peřînewe
be simêłî badrawî hemûmana peřînewe
be camaney lar bestirawî hemûmana peřînewe.
5
le awêney dirizbirdûy em şareda
«yek demuçaw», ebê be duwan!
ebin be sê, ebin, ebin hetakû ser:
le awênekeş têk eçê.