şeş wêney negîraw

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  607 Dîtin
1
lenaw serma kargey wişe şipirzekan
kargey bîre yaxîyekan
tabûtî şew, dirust eken
bo termî řoje mirduwekan.
tem ekene berî dirextî ser řêga
nezokekan
kiłpey xwênî demuçawyan
agirdane bêtînekan esûtênê
tarîkayîy etoqênê.
2
xoşewîstim!
yekem řêbwar min bûm be řêy çawekanta
têşûy diłim beste piştim.
gilênem lenaw diřkezîy tirsa řuwan.
gułî xwênim da le qijî berbeyanit.
gwarey tîşkim kirde gwêçkey,
xorî matî êwaranit.
şîrînekem!
wa řêbware bê gilêne têrekanî ser řêy çawit
eyanewê cêpêkanî swarey wişem bisřinewe
hetaw le memkî dirextî
şî’rekanim, bibřinewe.
gewcin, gewcin eyanewê
deng le gerûm bidzinewe
serinc le çawî dahatûm bidzinewe
şîrînekem!
3
le dûrtirîn estêreda
ke naybînim
xom, ebînim!
4
tepłî nûstû
tepłî xake dîlekanî zîndanî naw:
em dinyaye
be lêdanî dû destî bend û werdyan
dengî naye
- wekû min dengî naye -
ey bendîyekan: min destêkim bo hênawin
her bew deste tepłî nûstû
řa’eçłekê
her bew deste, peykanî xor
diłî – zînantan - epêkê
ewîş deste biřřawekey:
destî çepî gîvaraye!
5
de sał, de sałe berdaşî limî newsin
darbeřûy leşim ehařê
de sałe min
pêstî gûraw
bo ardî ber aşî xwênaw egirmewe
ke dayanmê
ke kirdimewe
sûtûy ardî leşî darbeřokey xom bû.
6
lew řojeda ke řastîy lenaw tendûrî
şarekema kołewj bû
lew kateda ke quřgî gułbêne bo nan
dûkełimj bû.
lew řojeda:
her pyawanî bêwejin bûn, řîzyan egirt
xoyan le mêjûy sozanîy
mare ekird!