xemêkî sûr

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  612 Dîtin
birakanim!
lenaw şarî zamekanma, wişekanim
nimen
nimey baranêkî tînû.
baranî janî hewrêkî serhełgirtû.
baranî xemêkî sûrî
giř têberbû
wird wird legeł:
firmêskî dengî «qetar»y awarema dêne xwarê
wird
wird
be ser
tałî zerdey, qijî «lawik» û «ḧeyran»y,
«mem û zîn»y peşokawî êwarema dêne xwarê.
kêlekanî yadgarî xewî dwênêy
wiłatî bê zerdexenem eşonewe
le tînwêtîm exonewe!
birakanim!
le karwanî zamekanma hemûtanim
hênaye naw:
jûrî gilêney çawmewe
hemûtanim hênaye naw,
«ḧuzeyran»y henawmewe
leser singî tateşorî tirsekanim
řîzim kirdin.
legeł tarîmayîy mirdina
wênem girtin
be pilîkaney azarî naw derûnma
bo hewrebanî naw temî serî mandûm
serim xistin
birakanim!
min dûkełî êskî sûtênrawî êwem.
min dûkełî êskî sûtênrawî êwem.
birakanim!