winbûn

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  778 Dîtin
le eşkewtî hezarmêrda, kaseserêkî bapîran
ledway giryan be ser termî yadgara kewte duwan:
çawî agir, katê kwêr bû ke agirdan
darî teřî le derûnî xoya sûtan
şare dûkełî le çiray
gyan wirûjan.
lew şewewe le wiłatî xołemêşa,
le keştîy wişey xinkawa
wêłîn be şwên pişkoy çawa.
be dway newrozî dengêkî hełgîrsawa.
be şwên sirûdî melêkî,
ber hêlaney popey dirextî hetawa.
egeřêyn bo sîmay winî hezar sałe
bo peyamî bê řaberman
bo diruşim û nawnîşanî diłî xoman
bo penceman
bo řeng, bo deng, bo şêweman
bo kîşwerî bê nexşeman!