ke, bûm

Li pirtûka:
Min tînwêtîm be gir eşkê
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  716 Dîtin
ledayk bûm,
legeł hełkendinî hemû gořekanî
serzemînî bê’asmana, ledayk bûm.
lenaw geřekî gulleda ledayk bûm
le jûrî postałî yekêk le jendirmey
hîtlerKes û mosolonîKesda, ledayk bûm.
ledayk bûm,
katê karêze řûnekan, newtî řeşyan
ekiraye naw, çawyan ebû
be dûkełkêş.
pêstî leşyan,
be tepłekî cigerey -îva birawinKes-!
katê, xwakan lenaw hêlke şeytanokey,
gwê benderî bê zeryada, seryan
le şewda ecuqan.
katê, řûbar řawestabû!
diłnyayî, le êwarey beyanyana deskêşêkî
asnînî le desta bû!
le pirsey asayşa bû, ledayk bûm.
memkî bêgwê daykêkî bêşîrim mijî
bêşkem: tendûrî debabey şikawî ser,
telbendêkî ewrûpaCih bû.
do’ay serqoçkekem, nizay
naw destekanî papa bû
ledayk bûm, legeł daykima
hemû dinyaş zeystan bû
bawkim leber qutîlkeyekî bênewta
hełbestêkî
şehîdkirawî, da’ena!
xizmekanim, ḧezyan ekird:
le çirutekey mister «çerçiłKes» bikêşin
çawîlkeyek leçaw biken le çawîlkey
«řozfiłitKes» biçê!
ledayk bûm, legeł bombay etomda bû
ledayk bûm.
mamanekem pîrêjnî ferhadkuj bû
berî destî, tûkî mêjûy lêhatbû
mêrdekeşî – gořhełkenî - ehremen bû
***
ledayk bûm
katê ke «liorkKesa» kujra bû
«meḧmûd derwêşKes» taze zimanî pija bû!